Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava da
- 15:24 2 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi daxuyaniya ku da banga têkoşînê li dijî êrîşên zayendperest kir û got, "Li dijî êrîşên li dijî Rojava tê wateya mezinkirina têkoşîna azadiya jinê" û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hat xwestin ku hevgirtin û berxwedanê mezin bikin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn û zêdebûna tundî û êrîşên van polîtîkayên li dijî jinan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî jinan destkeftiyên jinan hedef digirin û li dijî vê rewşê banga têkoşînê hate kirin.
'Tundiya li ser jinê her ku diçe kûr dibe'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pergala kapîtalîst û serdest a mêr li hemû cîhanê şer gur dike û bal kişand ser bandorên wê yên li ser jinê û ev tişt hat gotin, "Şerên desthilatdarî û parvekirinê yên ku hikûmetên serdest ên mêr ên kapîtalîst li her derê mezin dikin, her ku diçe tundî û qetlîamên li ser jinan kûrtir dike, destkeftiyên jinan dike hedef."
'Êrîş ji polîtîkayên dijminantiya jinan ne serbixwe ne'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa 27'ê Mijdarê ya li Heleb û êrîşên çeteyên cîhadî yên li Rojhilata Navîn ên li ser jinan û hat destnîşankirin ku ev êrîş ji polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariyên mêr li hemberî jinan ne serbixwe ne. di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Armanckirina Rojava ya ji aliyê hêzên paramîlîter û çeteyên cîhadîst ên mêtinger ên DAIŞ'ê yên di 27'ê Mijdarê de êrîşî bajarê Helebce kirin, ji polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatdariya siyasî ya dijminantiya jinan dike ne serbixwe ne."
'Êrîş destkeftiyan dikin armanc'
Di daxuyaniyê de qirkirina jinên Êzidî yên li Şengalê jî hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bi hezaran jin li bazarên koleyan hatin firotin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destkeftiyên jinan ji aliyê komên piştgiriyê yên HTŞ û MSD’ê ve hatine hedefgirtin û ev tişt hatin gotin: “Ev êrîşên ku bi vejîna çeteyên mêtinger ên weke HTŞ û MSD’ê destkeftiyên jinan hedef digirin, di heman demê de êrîşeke li dijî hemû jinanên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Her êrîşa li dijî Rojava li dijî Şoreşa Jinê ya Rojava û destkeftiyên jinan e. Êrîş li dijî jiyana azad û wekhev a di pêşengiya jinên Rojava de hatiye avakirin e.”
banga têkoşînê kirin
Di daxuyaniyê de ku bang li hemû jinan û rêxistinên jinan hate kirin, hate gotin ku li dijî êrîşên li dijî Rojava têkoşîn tê wateya berfirehkirina têkoşîna azadiya jinê. di dirêjiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Sekna li dijî van êrîşên li ser Rojava tê wateya bilindkirina têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê û li dijî polîtîkayên şer û tundiyê."
Girîngiya dirûşma 'Jin jiyan azadî' hate bibîrxistin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şer dibe sedema tundiya li ser jinan, xizanî û komkujî zêde dibe û hat destnîşankirin ku divê jin li dijî van polîtîkayan mafên xwe û jiyana xwe biparêzin. Daxuyanî wiha hat bidawîkirin, "Em bi hev re dengê xwe bilind bikin û bi pêşengiya jinan li dijî polîtîkayên şerê qirêj ên desthilatdariyên mêr serdest aştiya bi rûmet ava bikin û li dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ku ji bo me girîng e xwedî derkevin."
Di dawiya daxuyaniyê de banga hevgirtinê hat kirin.