Hefteya hezarî ya Dayikên Şemiyê li gelek bajarên Ewropayê hat silavkirin

  • 21:09 25 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên ku bi armanca piştevaniya çalakiya hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê daketin qadan gotin, “Têkoşîna Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê hevpar e; em ê bibin dengê lêgerîna wan a edaletê.”
 
Ji bo piştevaniya bi lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê ku 1000 hefteye dewam dike, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB)bi hemwextî li 61 navendên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
 
Li bajarê Bern û Baselê çalakiyên piştevaniyê ya ji bo Dayikên Şemiyê hatin lidarxistin.
 
Bern
 
Bi dehan kesên ku li Bahnhofpaltzê li hev civiyan, wêneyên kesên bi destê dewletê hatin windakirin û qurnefîl hilgirtin.Di çalakiyê de find hatin pêxistin û li ser navê ADGB’ê Tuncay Yilmaz axivî.
 
Tuncay diyar kir ku daxwazên edaletê yên xizmên windayan ku 1000 hefte ne dixwazin hestiyên zarokên xwe bibînin û hesab ji kujeran bipirsin, hê jî bêbersiv tên hiştin û wiha got: Em weke ADGB ji bo piştevaniya xizmên windayan îro li 61 navendên Ewropayê çalakî li dar xistine û bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar bimeşînin.”
 
Di çalakiyê de metna çapemeniyê ya bi zimanê Almanî ji aliyê Hediye Munzur ve hat xwendin û nûnerên saziyê jî axivîn.
 
Siyasetmedar Nejdet Atalay ku li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) axivî Dayikên Şemiyê û Emîne Şenyaşar, silav kir û bal kişand ser çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza edaletê. Atalay, daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar ku di Newroza Amedê de xîtabê milyonan kir bi bîr xist.
 
Zurîh
 
Çalakvanên ku li qada Stauffacher li hev civiyan, dirûşmeyên “Bila winda bên dîtin, hesab bê bixwazin”, “Yên ku xizmên be windakirin wê winda bikin” berz kirin.
 
Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin destpê kir, xizmên windayan axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku têkoşîna ku 1000 hefte ne dewam dike, veguheriye çalakiya hesabpirsinê ya ji  bo bi hezaran komunîstên sosyalîst ên şoreşger û welatparêz.
 
Basel
 
Pêkhateyên ADGB’ê û gelek saziyên şoreşger tevlî çalakiya ku ji aliyê Buroya Enternasyonal a Komîteya Li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî ve hat lidar xistin bûn.
 
Hevseroka Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (ÎGÎF) Gulderen Sevîm anî ziman ku têkoşîna windayan ji avabûna dewleta faşîst ve berdewam dike. Gulderen Sevîm got, “Heta aqûbeta hemû windayan bê eşkerekirin wê têkoşîna me ya edaletê bidome. Em ê ji Ewropayê piştevaniya xwe bidomînin.”