Li Pîranê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

  • 19:38 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Pîranê bernameya Cejna Zimanê Kurdî pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û da zanîn ku ger bi zarokan re bi zimanê dayik^eneyê axaftin wê ziman tune bibe.
 
Li navçeya Pîran  a Amedê li gundê Dîbn bi pêşengiya Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Desturan, Komeleya Wêjevanên Kurd û Entîtuya Kurd a Amedê ve di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de atolyeya zarokan pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîcan Bahçecî, hevşaredara Pîranê Aysel Baran tevli bûn.
 
Zarokan eleqeyek mezin nîşanê bernameyê dan û bi alavên muzîkê stran gotin. Zarokan bi Çîgdem Kiliçgun Uçar re boyax kirin û bi hev re pirtûkên Kurdî xwendin.
 
Piştî bernameyê derbasî gundê Behro bûn. Li gund bi jinan re hatin gel hev û stranên Kurdî hatin gotin.
Çîgdemê balkişand ser girîngî û wateya ziman û da zanîn ku di zindîbûna ziman de rola jinan mezin eû divê hemû kes bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.
 
Bername bi stranên Kurdî bidawî bû.