Emîne Şenyaşar: Wê li hember qêrîna dayikan têk biçin

  • 18:33 25 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar di roja 112’emîn a çaalkiya Nobeta Edeletê de bi dovîza ‘yên welat bi rêve dibin wê li dijî qêrîna dayikan têk biçin’ li ber deriyê wezaretê nobeta xwe berdewam kir. 
 
Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 112’emîn de didome.
 
Emîne Şenyaşar ku hat ber wezaretê dovîza ‘112 roje deriyê wezareta edeletê giriye’,’Dayikek 6 sale ji bo edeletê diqîre, yên vî welatî bi rêve dibin wê li dijî qêrîn dayikan têk biçe’ vekir. Her wiha Ferît Şenyaşar jî bi  wesîleya hefteya 1000’î ya dayikên Şemiyê jî  dovîza ‘Dayika min dayika Şemiyê ye, dayika min Emîne Şenyaşar’ hilda.
 
Polîsan li ber derî astengî derxist û malbatê li dijî vê berxweda û nobeta xwe girtin. Piştre derbasî meclîsê bûn.
 
Çalakiya Sevînç Çakir di roja 33’emîn de ye
 
Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 33’emîn de berdewam kir.