Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin

  • 21:29 21 Gulan 2024
  • Rojane
DÊRSÎM - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê ku wê di  2'yê Hezîranê de pêk bên didome.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tifaqa Dêrsîmê, ji bo hilbijaratinên ku wê ji nûve di 2’ê Hezîranê de li Periyê pêk bên xebatên xwe navber dimeşînin.Xebat li taxa Paxnîk hatin meşandin. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu, hevşaredara Depê Songul Duzgun, namzetên Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî tevli xebatan bûn.
 
Songu Duzgun di xebatê de axivî û diyar kir ku Perî ya wan e û wê dîsa bigirin.