Gulîstan Kiliç Koçyîgît bang li Wezîrê Edaletê kir: Dayikan berdin!

  • 16:01 22 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê  Gulîstan Kiliç Koçyîgît geşedanên di rojevê de nirxand, careke din bang li Wezareta Edaletê kir ku dayikên li Êlihê hatine girtin bên berdan. GulîstanÊ, destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî Kurdan nîşaneya hiqûqa dijminê jinê ye. 
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên heyî nirxand.
 
Gulîstanê di serî de bal kişand ser pêşniyarqanûna ku dê bi xwe re qetilkirina heywanên li kolanan bîne û wiha got: “Em li dijî vê pêşniyarqanûnê ne. Em dizanin ku sedema pirsgirêka îro qala wê tê kirin jî îktîdara AKP’ê ye.”  Bi domdarî gulîstanê qala zema ji bo mûçeya teqawidan jî kir û ev tişt anî ziman: “Teqawid mehkûmî hejariyê kirin. Ji bo kesên bi kêmtirîn mûçeyê debara xwe dikin û teqawidan zem nehat kirin. AKP dibêje ‘çavkanî tune ne.’ Dema mijar dibe gel wisa dibêjin. Îktîdara AKP-MHP’ê di 22 salan de tam 3 trîlyon dolar bac ji gel standine. Ev pereyeke pir zêde ye lê çi pê kirin? Gelo we ev pereye pêşkeşî kîjan alîgirên xwe kirin?”
 
‘Birçîbûneke mezin heye’
 
Gulîstanê, da zanîn ku Tirkiye di nava welatên enflasyon lê zêde de di rêza 5’an de cih digire û wiha derbirî: “Di enflasyona xurekê de di rêza ewil de ye. Di dîroka vî welatî de xizaniya herî mezin tê jiyîn. Êdî çîna navîn nema ye û her kes birçî û hejar e. Zarok birçî diçin dibistanan, teqawid nikarin bijîn. Xwendekar neçar dimînin ku dibistanê berdin û bixebitin. Lê li hêla din hinek kes di nava xweşî û dewlemendiyê de dijîn. Îcar digotin ‘Me 2024 weke sala teqawidan ragihand.’ Erê rast e dê bibe sala teqawidan lê dê bi têkoşîna xwe dawiya AKP’ê bînin. Teqawidekî herî kêm mûçe distand di sala 2002’yan de dikariya bi 216 lîreyan 7 çaryekên zêr bikire. Lê bi mûçeyê niha anku bi 12 hezar û 500 lîreyan tenê dikarin 3 çaryekan bikirin. Anku vê îktîdarê 4 çaryekên teqawidan dizîn. Me pêşniyar kir ku 32 hezar lîreyan bidin teqawidan lê AKP-MHP’ê pêşniyara me red kir.” 
 
'Dayikan berdin'
 
Bi domdarî Gulîstanê bal kişand ser 3 dayikên li Êlihê hatin binçavkirin û girtin û wiha got: “Ev nêzikatî, nêzikatiya li hemberî kurdan û jinan e. Em careke din bang li wezîrê dadê dikin; di serî de dayikên li Êlihê berdin û dev ji girtina dayikên me û îşkencekirina wan berdin." 
 
Ji bo zarokan bang
 
Gulîstanê, bertek nîşanî îstîsmarkirina zarokan da û axaftina xwe wiha qedand: “Di 9 salan de ev îstîsmar 3 qet zêdetir bûn. Di nava sala dawî de 31 hezar zarok rastî êrişa zayendî hatin. Ev daneye daneyên fermî ne lê daneyên rast sê qet ji vê zêdetir e. Polîtîkaya necezakirinê, dike ku ev bûyer zêdetir bibin. Banga me ji bo meclisê jî ye, werin em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan û tundiya li dijî jinan bigirin.”