Fezlekeyên 10 parlamenteran pêşkeşî Meclisê kirin

  • 15:13 19 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
ENQERE - Fezlekeyên ku derbarê 10 parlamenteran de hatine amadekirin pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. 
 
Fezlekeyên derbarê 10 parlamenteran ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin amadekirin, pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. Fezlekeyên ku ji aliyê Serokkomariyê ve hatin pêşkeşkirin, ji Komîsyona Têkel re hatin şandin. 
 
Parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: Parlamenterên DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk, Meral Daniş Beştaş û Sirri Sakik. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterê AKP’ê Mehmet Farûk Pinarbaşi (2), parlamenterê MHP’ Semîh İşikver, parlamenterên Partiya Îyî Lutfu Turkkan û Bûrak Akbûrak û parlamenterê CHP’ê Mûstafa Sarigul.