DEM Parityê li Periyê lez da xebatên hilbijartinê

  • 16:39 23 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
DÊRSIM -DEMP Partî ya ku îro jî li gundê Sorekê xebatên xwe yên hilbijartinê dewam kirin, bi biryare ku şaredariyê bi dest bixe.
 
Pariya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê ku li ser îtîraza AKP'ê dê di 2'yê Hezîranê de li Periyê bên kirin didomîne. DEM Partiya ku gund bi gund û tax bi tax xebatên xwe didomîne îro jî xebatên xwe li gundê Sorekê dewam kirin.
 
Heyeta ku di nav wan de hevşaredar Naciye Aslan û Orhan Çelebî û rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan jî  cih girtin, diyar kir ku ew ê bi dengê gel xwedî li îradeya gel derkevin.
 
Gelê Sorekê jî daxwazên xwe ji DEM Partiyê re anîn ziman.