Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin

  • 16:30 21 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
RIHA - DEM Partî li Curnê Reş xebata xwe ya ji bo hilbijartina dê bê dubarekirin didomîne. Rêveberên DEM Partiyê xelkê vexwendin hevdîtina Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari ku dê sibê pêk were. 
 
DEM Partî li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku dê di 2’yê hezîranê de hilbijartina xwecihî lê were dubarekirin, xebata hilbijartinê berdewam dike. Endam û rêveberên DEM Partiyê kolan bi kolan derî bi derî xebata xwe didomînin. Îro bi sê heyetên cuda xebat kir. 
  
Xebata îro bi serdana dikandarên li Bazara Genim dest pê kir. Şandeya ku ji namzetên Hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl pêk dihat serdana dikandaran kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. 
 
Serhan Paydaş şewitandina sindoqan a ji aliyê endam û rêveberên AKP’ê di 31’ê Adarê de pêk hat bi bîr xist û got: “Kar û barên şaredariyê xizmet e, ne alozî ye. Divê ji bo qoltixekî zilm li gel neyê kirin. Ev 15 sal in şaredarî di destê wan de ye lê tu xizmetê nekirine. Di bin navê alîkariya civakî de gefan li xelkê dixwin. Ehlaqekî siyasetê heye lê ev jî binpê kirine. Kesên ku dibêjin ez zilmê qebûl nakim divê rayên xwe bidin DEM Partiyê.” 
 
Garîp Yeşîl jî anî ziman ku nîvê civakê jin in û tunehesibandina jinan tê maneya tunehesibandina civakê û ew ji bo xizmêt ji her kesî re bikin dê bên ser kar. 
 
Şande paşê jî serdana xelkê gundên Axveran û Mişmişê kirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek û şandeya pê re jî çûn serdana taxên navenda navçeyê û gundê Fîqê. 
 
Her wiha endam û rêveberên DEM Partiyê li taxa TOKÎ û li Cadeya Îzollu Bozan Bey xebata hilbijartinê kirin û bang li xelkê navçeyê hat kirin ku sibê beşdarî hevdîtina Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari bibin. 
 
Hevdîtin wê sibê bi beşdariya Tulay Hatîmogûllari pêk were. Her wiha dê hunermend Kadîr Çat jî di hevdîtinê de stranan bêje.