Bedena Ekîn Wan a hat teşhîrkirin û têkoşîna jinan: Serhildana 9 salan

  • 09:05 9 Tebax 2024
  • Portre
 
WAN - Di ser qetilkirina Ekîn Wan re 9 salan derbas bûn lê belê di nava van 9 salan de lêpirsîna der barê kesên cenazeyê wê teşhîr kirin de bi pêş neket. Piştî 9 salan careke din derket holê ku daxuyaniya walîtiyê ya serdemê ya ku li dijî kesên ku dîmen parve kirine hatibû dayin, tenê ji bo bêdengkirina raya giştî hatiye dayin. 
 
“Her keç û kurekî Kurdistanê parçeyek ji agir e. Ew rêwiyên rastiyê ne. Ew sembolên azadiya herheyî ne." Ekîn Wan van hevokan di rojnivîska xwe de bi cih kir. Mîna ku ew jî rêwiya rastiyê ye. Dema ku ew bû sembola azadîya bêdawî, hemû cîhanê wê bi wêneyê kaşkirin û îşkenceyê ku laşê wê hatibû teşhîrkirin, nas kir. Ya ku bi rastî dihat pêşandan ne laşê wê yê tazî, rûyê rastîn ê dewletê bû. Ekîn Wan bi nasnav Kevser Elturk, mînaka herî berbiçav a şerê li ser bedena jinan hat meşandin bû. Di temenekî ciwan de civaka mêrê zordar û zîhniyeta mêranî nas kir. Van rastiyên ku di temenekî biçûk de pê re rû bi rû maye, hişt ku ew li rastiyê bigere. Piştî ku di 20 saliya xwe de heqîqetê dît, biryar da ku têkoşîna xwe ya azadiya jinê li çiyayên azad bidomîne.
 
Ekîn Wan kî ye?
 
Ekîn a ku di sala 1986'an de li gundê Navre ê navçeya Ebexê ya Wanê ji dayik bû, ji aliyê malbat û derdora xwe ve bi fedekarî û nêzîkatiya xwe ya azadiya jinê dihat naskirin. Dema Ekîn pitik bû malbata wê gund terikand û koçî navenda Wanê kir. Ekîn ku di 20 saliya xwe de di sala 2008'an de tevlî YJA-STAR'ê bû, di 10'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Gimgimê ya Mûşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ekîn ku di têkoşîna 9 salan de bi biryardarî û serkeftina xwe, weke fermandar bû, di tevahiya jiyana xwe de li ber xwe da. Ekîn, beriya ku bibe gerîlla gelek caran bi malbat û derdora xwe re li ser zayenda civakî nîqaşan dikir, jineke ku hewl dida modela ramana azadiya jinê bi derdora xwe bide naskirin.
 
Dewleta mêr serî li şîdetê da, jinan li ber xwe da
 
Cenazeyê Ekîn piştî jiyana xwe ji dest da ji aliyê leşkeran ve hate teşhîrkirin. Bi vê teşhîrkirina ku yek ji rêbazên îşkenceyê yên ji bo cenazeyan e û bi taybetî ji wêneyên salên 90'î tên bibîranîn, yên ku têkoşîna jinên Kurd nas nekirine, hem ev têkoşîn û hem jî Ekîn nas kirin. Piştî ku cenazeyê jina Kurd Ekîn hat teşhîskirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê jin daketin qadan û bi dirûşma "Dewleta mêr serî li şîdetê da, jinan li ber xwe da" çalakî li dar xistin. Jinan diyar kirin ku ji ser bedena Ekînê bedena hemû jinan hatine teşhîrkirin, jinan xwestin hemû rayedarên cemaweriyê yên di bûyerê de cih digirin bên lêkolînkirin. Dema ku jinên li Kurdistanê ev daxwazên xwe li qadên giştî anîn ziman, jinên femînîst ên li Ewropayê jî diyar kirin ku teşhîrkirina bedena jinê şerma îktidaran e. 
 
9 sal in lêpirsîn pêş nakeve
 
Ji ber bertekên ji her derê ên der barê teşhîrkirina bedena Ekîn de Walîtiya Mûşê der barê bûyerê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hat tespîtkirin ku hin dîmenên jineke PKK'yî ku li bejahiya navçeya Varto ya bajarê me di encama pevçûna bi hêzên ewlehiyê re hat bêbandorkirin, li ser malperên torên civakî hatin weşandin. Kesên ev dîmen parve kirine wê derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin." Her çiqas ev daxuyanî hat dayin jî piştre ne li dijî îşkencekaran, li dijî kesên ku dîmen li ser medyaya dîjîtal parve kirine, lêpirsîn hat destpêkirin. Dûvre derket holê ku daxuyaniya walîtiyê tenê ji bo bertekên raya giştî bêdeng bike ye û 9 sal in lêpirsîn pêş nakeve.
 
Giliyên sûc li ser refikên bi toz in
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku li Gimgimê di lêkolîn û hevdîtinên xwe de şopa têl li stûyê Ekîn hatiye dîtin û dibe ku hatibe kaşkirin yan jî îşkence lê hatiye kirin. Di hevdîtina ku bi Midûriyeta Polîsan re hat kirin de, îfadeyên midûriyeta polîsan a ku nizane ekîba lêkolîna cihê bûyerê ji ku derê hatiye, di raporê de cih girt. Malbatê bi sernavê "Heqaret li bîranîna kesekî kiriye" serlêdana sûc kir. Serlêdana sûc jî ji aliyê dewletê ve li ser refeke bi toz hat danîn.