Seroka Meclîsa DTSO Nevîn: Çareserî di hevkariyê de ye

  • 09:05 20 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
Zelal Tunç 
 
WAN - Seroka Meclîsa DTSO'yê Nevîn Îl, di cîhana kar de li dijî sedestya mêr alternatîfên çareseriyê nirxand û got: “Ji bo em di mijara bazarê de serdest bin divê em bi yekitiya hêz û kar zîncarê ava bikin. Divê jin bi hêza xwe rêxitsinbûn, polîtîka û stratejiyên xwe ava bikin. Bi karê ku hûn dikin bawer bikin.”
 
Desthilatdariya AKP’ê jin ji jiyana civakî vekişandin û hepsê malê dike. Di encama van polîtîkayan de jinan tenê bi rolên ‘dayiktî’, ‘welidînîn’ sînor dike. Fatureya betailyê jî li jina tê birîn. Li gorî Rapora Zayenda Civakî ya Global a 2023’an ya Foruma Aboriya Cîhanê (WEF) Tirkiye di rêza global de di nav 146 welatî de di 129’an de cih digire. Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl der barê mijarê de ji ajansa me e axivî.
 
‘Şûndeketinek mezin heey’
 
Nevînê da zanîn ku nîvê civakê jinin û  divê em di alî jiyanek modern û hevdem, welatekî pêşketî de gelek bi fêde bin û wiha got: “Divê jin tevli hilberînê bên kirin û der barê vê de polîtîka bê afirandin. Di seranserê dewltan de li hember jinan der barê zayenda civakî de pirsgirêk hene. Şûndeketine mezin tê jiyîn.  Jin di jiyana kar de zehmetiyan dikşînin. Di hemû qadê jiyanê de di qada kar de li hember jinan newekheviyek mezin heye. Jin herî zêde ji ber nabin xwedî mal ji derfetan jî fêdeyê nagirin.”
 
‘Divê jin di cîhana kar de cih bigirin’
 
Nevînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li dijî pirsgisrêkên ku jin di cîhana kar de dijîn divê polîtîka bên hilberandin û wiha daxuyand: “Di mekanîzmayên gotin û biryarê de divê jin cih bigirin. Em her tim vê dibêjin. Di hilberîn û sermayê de jin tune ye. Ev bêderfeteiyek mezin diafîne. Em wkeheviya girîng dibînin. Divê jin di hemû mekanîzmayên biryarê de cih bigirin.Wek qada jiyanê di cîhana kar de jî piştevaniye mezin a mêran heye. Yanî navbera mêran de piştevaniyek xut heye. Divê jin jî vê piştevaniyê bişkînin û di wê bazarê de cih bigirin. Divê hewldanên mezin hebin. Tevî hewldan hene jî jin cih nadigirin. Divê li dijî pirsgirêka bazarê rêxistinbûnek zincîrî bê avakirin.”
 
Nevînê di daweiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin di cîhana kar de hewldanek mezin nîşan didin û got din di hemû qdan de li hemû derê îtîrazên xwe didomînin.  Nevînê dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Bawerkirin esasa serkeftinê ye. Em bikarê xwe bawer bikin em ê biserkevin.”