Li Amedê li hember fuarê eleqeyek mezin

  • 09:04 25 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jin di 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ya li Amedê pêk hat axivîn û gotin fuar ji bo wan şansekî mezin e û bernameyên wisa yekitiyê pêş dixînin.
 
2’emîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê (DTSO) û  Fuara Mezopotamyayê ve pêk hat di 23’yê Gulanê de hat vekirin. Di fuara li qada Kongre û Fuarê ya Mezopotamyayê ya li Peyas a Amedê dest pê kir de gelek xwarinên herêmî, cil û berg û çand tê nasîn. Di fuarê de 104 stand hene û berhemên welatiyan eleqeyek mezin dibînin.
 
Fuar wê 26’ê Gulanê de bidawî bibe û jinên stand vekirin fikrên xwe parve kirin.
 
Seroka Meclîsa Jinan a Kar ya DTSO’yê Fîlîz Ekîngen da zanîn ku di qadên ku serdestiya mêr heye de hebûna jinan girînge û got: “Me jinan xwest destê jinan bi civaka serdest bibe. Wek tê zanîn di qadên ku karsaz hene de piranî mêr hene lê me got jin jî di cîhana kar de hene. Em bi jinan re haitn gel hev û îro em wek nûner li vir in. Eleqeya vir pir xweşe. Em spasiyên xwe ji bo hemû pêkhateyan dikin. Hewce bi tiştên wisa heye.”
 
Hem berhem hem jî bajarê xwe dide nasîn
 
Elîf Adli ji Êlihê hatiye û standa xwarinê vekiriye, tiştên li baxçeyên xwe digihîne dide nasîn. Elîf wiha dibêje: “Em berhemên xwe li gundê xwe digihînin. Em hem berhemên xwe didin nasîn hem bajarê xwe didin nasîn. Em berhemên xwe dişînin derveyê welat jî. Ev fuar ji bo me derfete. Em bi saya xwe tiştên xwe yên herêmî diidn nasîn. Em bi vê serbilindin.”
 
Eleqe mezin e
 
Mizgîn Bîle Olu ji Mêrdînê hatiye û diyar kir ku welatiyên tên fuarê xurekên wan tehm dikin û ji ber vê kêfxweşe. Mizgînê wiha anî ziman: “Di standan me de xwarinên herêmî, benî, nanê tenûrê heye. Ev hemû kedê dixwazin. Eleqeyek mezin  heye. Xurekên me zû diqedin. Di saetekê de standa me çend caran nû dibe. Ez eleqeya gel dibînim û kêfxweş dibim.”
 
‘Em berhemên xwe vedibêjin’
 
Kordînatora Serokatiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Bengî Îspîr Ozdulgen jî di standa xwe de cezerye û kerebîc dide nasîn û wiha vegot: “Em tehmên xwe didin nasîn. Em bi vîdeoyan xurekên xwe vedibêjin. Ji bo tehmkirinê em didin gel. Em dixwazin van tehmên xweş li bajarên me jî bixwin. Em xwedî dewlemendiyek mezinin. Çanda me gelek dewlemende. Her herêmek xwarinên wan hene. Di vê fuarê de cih girtin me kêfxweş dike. Eleqe pir başe. Ev bernameyên wisa yekitiyê jî pêş dixînin.”