Malbata ku di şewatê de kurê wê mir mexdura erdhejê ye

  • 09:02 22 Tîrmeh 2024
  • Jiyan
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Malbata  Resul Yilmaz a di karaseta şewata ku tevî wî 15 kesî jiyana xwe ji dest da , di heman demê de erdhejzedeye. Derket holê ku  mala wan hatiye hilweşandin û piştî hilweşînê biryara hilweşînê di parsela şaş de hatiye nîşandan.
 
Li gundên girêdayê Şemrex a Mêrdîn û Çinar Amedê di 20’ê Hezîranê de şewat derket û 15 kesî di şewatê de jiyan axwe ji dest da. Derket holê ku malbatên ji karaseta şewatê bi bandor bûne di heman demê de erdhejzede ne. Resul Yilmaz ê 18 salî yek ji 10 kesên li gundê Kelekê ya Şirnexê jiyan axwe ji dest daye ye. Hat diyarkirin ku malbata wî mexdurê erdheja 6’ê Sibatê ye. Derket holê ku ji bo xaniyê malbata Resul piştî xebatên tespîta zerarê rapora ‘zerara giran’ hatiye dayîn lê xaniyê wan hatiye hilweşandin.
 
Walîtiya Mêrdînê biryara hilweşandinê da
 
Walîtiya Mêrdînê di teblîgata di 6’ê Tîrmeha 2023’an de şand malê de wih agot: “Piştî erdheja 6’ê Sbiatê ya li navenda wê Mereş pêk hat şûnde di xebatên tespîta zerarê de  der barê avahiyên di statuya ‘divê lezgîn bên hilweşandin’ de li Şemrexê, li  taxa Yucebax, kolana Yucebax me xwe negîhand malbata di  Hejmar 29-29A  de dimînin û ji ber vê teglîb bi derî ve hatiye daliqandin.”
 
Biryara hilweşandinê hatiye  girtin
 
Piştre di girteka ku qeymeqamtiya Şemrexê şand navnîşanê de wiha hat gotin: “Ji ber karasetê di xebatên tespita zerarê yên midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê kiriye de der barê avahiya di bin rîskê ya li taxa Yucebag kolana Yucebag ya navnîşana Hejmar 29.29A de biryara hilweşînê hatiye girtin.”
 
Malbatê ji bo alîkariyê serlêdan kir
 
Piştî biryara hilweşandinê malbatê ji bo alîkariya hewce di 8’ê Tebaxa 2023’an de serî li Midûriyeta AFAD’ê da. Piştre xaniyê malbatê hat hilweşandin. Piştî hilweşandinê tenê 5 TL piştgiriya kirê dan malbatê.
 
Derket holê ku  hejmara parsela xanî şaş hatiye nivîsîn
 
Di teblîgata ku midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Mêrdînê şandiye de wiha tê gotin: “Koda ‘8KEV8’ û navnîşana wek ‘ada 169 16 parsel ya taxa Yucebag’hatiye diyarkirin di navnîşana“afet.csb.gov.tr” wek “169 ada 17 parsel” tê dîtin û divê serî li komîsyona bin bana AFAD’ê bê dayîn û hejmara parselê bê gurhertin.”
 
Serlêdan hat kirin
 
Malbatê li ser vê serî li AFAD’ê da. AFAD’ê teblîgat şand ji malbatê re û  ji ber pêvajoya mafê xwedîbûnê li bajar qedyaye daxwaza wan nayê cih.
 
Di karasetê de canê xwe û malên xwe winda kirin
 
Ewil di erdheja 6’ê Sibatê de mala wan hat hilweşandin piştre di karaseta şewatê de zarokê malbatê Resûl jiyana xwe ji dest da. Malbata ku xaniyê wê hatiye hilweşadnin saleke li bendê ye ku bê çêkirin. Lê ji ryaedaran bersivek negirtine.