Doza Malbata Şenyaşar hat taloqkirin

  • 17:59 19 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
MELETÎ - Di doza Malbata Şenyaşar de hat xwestin ku li walî û midûrê polîsan ê wê demê û Wezîrê Çandiniyê yê bere Ahmet Eşref Fakibaba were guhdarîkirin, lê daxwaz hat redkirin.
 
Danişîna 7’yemîn a doza Malbata Şenyaşar ku bi ku têkildarî ferdên wan ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin hat lidarxistin. Danişîn li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin.
 
Ji dozê 4 jê girtî 30 kes tên darizandin. Fadil Şenyaşar ê girtî ji Girtîgeha Xarpêtê û brsûcên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê girtîne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
 
Emîne Şenyaşar û kurên xwe parlamenter Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar di danişînê de amade bûn. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek parêzeran dozê şopand.
 
Li şahidên bûyerê hat guhdarîkirin. Parêzer jî axivîn û parastinan kirin.
 
Dozger bi sedema ku gumana bersûc birevin heye der barê wan de biryara berdewamiya girtinê da.
 
Emîne Şenyaşar xwest lawê wê Fadil bê berdan. Mehmet Şenyaşar jî diyar kir ku bav û du keke wî hatine qetilkirin û xwest kekê wî yê girtî bê berdan.
 
Parêzerê malbata Şenyaşar Serhat Kurt axivî û xwest miwekîlê wan Fadil were berdan. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî axivî û destnîşan kir ku miwekîlê wna Fadil Şenyaşar di êrişê de mafê xwe yê rewa bikar aniye û divê çalakiya wî di çarçoveya mafê xwe yê rewa de bê nirxandin û xwest were berdan.
 
Parêzerên malbata Şenyaşar xwestin li waliyê wê demê û midûrê polîsan ê navçeyê yê wê demê û Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba were guhdarîkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran a guhdariya li wan kesên navborî red kir û der barê bersûcan de jî biryara berdewamiya girtinê da. 
 
Danişîn taloqî 18’ê cotmehê hat kirin.