Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat tahliyekirin

  • 16:14 10 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
 
ENQERE -Siyasetmedar Zeynep Boga ku di çarçoveya dosyaya 9 jinên TJA'yî de dihat darizandin piştî 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn hat tahliyekirin. 
 
Danişîna 9 jinên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 2'yê Kanûna 2022'yan de di çarçoveya operasyoneke navenda wê Enqere de bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Siyasetmedara girtî ya di çarçoveya dosyayê de dihat darizandin Zeynep Boga li salona dadgehê amade bû, yek ji jinên ku bêyî girtî tên darizandin Meral Şîmşek li salona dadgehê amade bû û Hulya Taşar jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. 
 
Gelek jin û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Ceylan Akça, Ayten Kordu, Sumeyye Boz danişîn şopandin. Piştî tesbîtkirin û xwendina belgeyên di dosyayê de danişîn hat destpêkirin.
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir, li Zeynep Boga 6 sal û 3 meh ceza birî û bi şertê kontrola edlî biryar da ku bê tehliyekirin.