Bertekên li dijî biryara doza Kobanê: Wê bi şerm bên bibîranîn

  • 18:20 16 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê cezayên di doza Kobanê de li siyasetmedaran hatiye birîn li ser platforma X bi peyamên hatin weşandin û hat gotin ku wê yên biryar dane di rûpelên dîrokê de bi şerm bên bibîranîn.
 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, tê lidarxistin. Di runiştina li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin de li hevserokên giştî yê HDP’ê yên berê Fîgen Yukseldag 30 sal û 3 meh li Selahattîn Demîrtaş jî 42 sal ceza hat birîn. Bertekên li dijî biryaran her diçin mezin dibin.
 
Li ser platforma dîjîtal X bertekên hatine nîşandan wihane:
 
*DBP:Cezayên hatine dayîn nikarin ji lêgerîna aştî û azadiyê şûnde gavê bide avêtin. Em têk naçin bê guman yên biryar dane wê di rûpelên dîrokê de bi şerm bên bibîranîn..#KobaniOnurumuzdur
 
 *Meclîsa Jinan a DEM Partiyê:Em biryarên dijhiqûqî yên di doza Kumpasê de hatiye dayîn nas ankin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Jin Jiyan Azadî#KobanîOnurumuzdur
 
 *Salîha Aydenîz: Parastina berxwedana Kobanê rumeta mirovahiyê ye. Em bang li kesên ku dibêjin qey hevalên me wê ceza bikin dikin:Têkoşîna hevalên me têkoşîna me ye! #KobaniOnurumuzdur
 
 *Meral Daniş Beştaş: Zordarî hat hilbijartin, hiqûq kirin qurbanê tolgirtinê. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. #KobaneOnurumuzdur
 
 *Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Kobanê neket, DAIŞ têk çû; hûnê bikevin, hûnê têk biçin!Em ê biserkevin, wê gel biserkevin! #KobaniOnurumuzdur
 
 *Hulya Gulbahar: Di dozeke dijhiqûqî de biryrên DMME’ê tên binçavkirin û cezayên muebetê tên dayîn. Em matmayî namînin #KobanêDavası
 
 Her wiha Rober Koptaş ,Ohannes Kiliçdagi,Eren Keskîn, Ozgur Sevgî Goral, Zeynep Ocak,Ayşe Duzkan,Nesrîn Nas, Gulistan yarkin û OHD’a Îzmîrê jî bi peyamên weşandin biryar şermezar kirin.