Danişîna doza Gurbet Ozbey hat taloqkirin

  • 14:03 14 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza parêzer Gurbet Ozbey ku li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik tê darizandin hat taloqkirin.
 
Danişîna ewil a doza ku parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Gurbet Ozbe jê ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Abiyik bi îdaya "emdamtiya rêxistinê" tê darizandin hat lidarxisitn. Danişîn li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxisitn û di danişînê de Gurbet û parêzerên xwe Abdullah Zeytun, Mehdî Ozdemîr û Muhlîs Ogurgul amade bûn.  Gelek parêzerên OHD û Baroya Amedê jî danişîn şopandin.
 
Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyê destpê kir de Gurbetê parastina xwe kir û sûcariyên derbarê xwe de qebûl nekir. Gurbetê diyar kir ku xebatên wê yên pişeyî tên krîmînalîzekirin û got, "Ez beraeta xwe dixwazim."
 
Parêzerên Gurbetê ku parastin kirin jî diyar kirin ku lêpirsîn bêyî destura Wezareta Dadê hatiye destpêkirin û ji ber vê ne li gorî usulê ye. Parêzeran daxwaza beraeta Gurbetê kirin. 
 
Dadgeha ku biryara xwe ya navberê eşkere kir, xwest ku şahid di danişîna bê de amade be û danişîn taloqî 12'ê Îlonê kir.