Hesabê X'ê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

  • 12:20 21 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Serokatiya Ewlehiya Sîberê hesabê X'ê yê Rojnameya Yenî Yaşamê carek din li Tirkiyeyê asteng kir.
 
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê polîtîkaya sansûrkirin û astengkirina hesabên platformên medya dîjîtal berdewam dike. Serokatiya Ewlehiyê ya Sîberê hesabê X'ê yê Rojnameya Yenî Yaşamê carek din li Tirkiyeyê asteng kir. Rêveberiya Rojnameyê ragihand ku cara 10'emîn e ku hesabê X'ê yê rojnameyê tê astengkirin.
 
Rojnameyê herî dawî li ser hesabê; https://x.com/yeniyasamnews5 parvekirinan dikir. Rojname ji niha şûn ve dê li ser navnîşana https://x.com/yeniyasamnews6 parvekirina bike.
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê jî li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku hesabê Rojnameya Yenî Yaşamê hatiye astengkirin û xwest ku her kes li dijî sansurê hesabê nû yê Yenî Yaşamê bişopîne.