‘Divê em bîra aştiyê ya zarokan bi hev re ava bikin’

  • 09:02 9 Cotmeh 2026
  • Zarok
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Psîkolog Ruken Esen da zanîn ku  şer û tundiya li Kurdistanê li ser zarokan rê li ber travma û pêvajoyên şînê vedike û got: “Divê bi ziman û perspektîfa zarokan aştî bê pênasekirin. Divê zarok li her qadê,bi pêkhateyên din yên civakê bibin xwedî gotin.”
 
Şer bandorek mezin li ser zarok dihêle, di alî fîzîkî û psîkolojîk de rê li ber texrîbatên mezin vedike. Ji ber vê jî viê qadek jiyanê y aku zarok bikaribin xwe ewle hîs bikin, bi zimanê dayikê xwe îfade bikin bê avkairin û ev di alî çareserkirina travmayên şer de wek hewcedariya esas derdikeve pêş.
 
‘Bîra şer û travmayê derbasî zarokan bû’
Psîkolog Ruken Esen da zanîn ku şer û tundiya li erdnîgariya Kurdistanê bandorek mezin li ser zarokan kiriye û wiha got: “Erdnîgariya Kurdistanê wek her kes dizane ji gelek şer û travmayan re şahidî kiriye. Me li ser vê erdnîgariyê şahidiya şer û tundî û travmayan kir. Bêguman yên herî zêde bi bandor dibin zarokin. Hawira tundiyê hat jiyîn. Me zarok xistin kaliban.  Pergalê zarok xistin kaliban. Ji ber vê jî zarokan tundî û travmaya jiyane tu car neanîn ziman û bertek nîşan neda.Yek ji mijara herî girîng ev e.”
 
‘Jiyankirina şînê hat astengkirin’
 
Ruken Esen bi lêv kir ku şer û tundiya pêvajoya şîngirtinê ya zarokan asteng kiriye û wiha anî ziman: “Em di psîkolojiyê de şînê girîng dibînin. Lê li vê erdnîgariyê nehiştin ku kes şîna xwe bikin. Zarok hatin astengkirin, wate nedan tiştên ku tên kirin. Nifşekî travmatîk hat gîhandin. Me nifşê ku pergalê afirand bi çavên xwe dîtin. Vê jî bandorek mezin hilweşînek mezin li ser pêşketina zarokan kir.”
 
‘Divê em bîra aştiyê ya zarokan bi hev re ava bikin’
 
Ruken Esen di bedewamiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Mezin dikarin bi rêbazan çareseriyê bikin. l3 zarok hîna van rêbazan nikarin pêş bixînin. Ji ber vê hebûna pêvajoya aştiyê girînge.Divê aştî bi çavên zarokan bê vegotin. Divê bi berfirehî bê axaftin. Bîra me ya aştiyê qels e. Ji ber vê jî bîra aştiyê ya zarokên me ji qelse. Divê em bîra aştiyê ya zarokan bi hev re ava bikin.   Divê xwedîderketina li pêvajoyê hîn xurtir be .”