ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 9 Cotmeh 2026
- Rojev
* "Tevgera Azadiya Jinê jî bi van hemû destkeftiyan pêvajoya avkairina jiyana nû dihûne. Zîhniyeta dewletî, derveyê dewletê di hiqûqê de parast û nêzîkatiya hiqûqê jî wek formula bicihbûnê dibîne. Bi hiqûqa giştî naskirin, cihê jina azad a di herêmî, enterasyonalîstbûnê de, garantiya mekanîzmayên civakî-jiyanê ava dike. Ev jî tê weteya dîroka tunehesibandina jinan hatiye girtin, mezinkirina rûpela azadiya jinan hatiye vekirinê." JINEOLOJÎ
*Psîkolog Ruken Esen da zanîn ku şer û tundiya li Kurdistanê li ser zarokan rê li ber travma û pêvajoyên şînê vedike û got: “Divê bi ziman û perspektîfa zarokan aştî bê pênasekirin. Divê zarok li her qadê,bi pêkhateyên din yên civakê bibin xwedî gotin.” DÎMEN HEYE
* Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gulsum Ocalan der barê 28’emîn salvegera komploya navneteweyî de axivî û got: “Divê ewil tecrîd bê rakirin. Em dixwazin serokê me bi awayekî azad di nav me de be.” DÎMEN HEYE
*Jin der barê betalkirina mafê nefeqeyê de ku di rojnameya Fermî de hat weşandin de axivîn û gotin: “Bi mahkumkirina xizaniyê têkoşîna li dijî tundiyê ne pêkane. Mudaxaleya li dijî mafê nefqeyê, mafê jiyana jinan tehdîd dike.” DÎMEN HEYE
*Çîgdem Yerlîkaya di 11’emîn salvegera Komkujiya Garê ya Enqereyê de axivî û da zanîn ku divê berpis bên darizandin û got: “Rayedarên dewletê yên destûr dan vê, yên ku ev dan kirin divê bên cezakirin.” BI DÎMEN







