ROJEVA 07'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 7 Cotmeh 2026
- Rojev
* Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Kamîle Kandal diyar kir ku Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî li girîngiyeke dîrokî ye û wiha got: “Qanûna Çarçoveyî ya ji meclîsê derbas bûye, di alî zemîna qanûnî de ji tecrubeyên berê cudatire. Divê gavên lez bên avêtin û divê jinên ku hêza esas a pêvajoyê ne bi mekanîzmayên wekhevî-azadixwaz re li maseyên biryarê bi awayekî aktîf cih bigirin.” BI DÎMEN
* Di salvegera 28'emîn a Komploya Navneteweyî de, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûyerên pişt perdê yên pêvajoya ji Sûriyeyê heta Îmraliyê ronî dikin. Abdullah Ocalan bal kişand ser rola dewletên Ewropî û got: "Em ê ji bo têkbirina van lîstikan ji bo çareseriyek demokratîk zextê bikin. Rêyeke din tune. Ev pirsgirêk an bi şer kûrtir dibe an jî bi aştiyê û çareseriyek demokratîk pêş dikeve" û careke din îşaret bi rêya aştiyê kir.
* Tevî ku cezayên wan temam bûne jî, berdana girtiyên siyasî tên paşxistin. Ayten Kordu diyar kir ku Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan mîna "dadgeheke duyemîn" tevdigere. Yuksel Mutlu jî wiha got: "Sîncan mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Divê biryarek navendî were dayîn da ku ev yek tavilê bi dawî bibe." BI DÎMEN







