ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2026'AN
- 09:00 30 Îlon 2026
- Rojev
*Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û da zanîn ku tahliyeya girtiyan bi hincetên dijmirovahî tên astengkirin û divê demildest Lijneyên Îdarî û Şopandinê bên rakirin. DÎMEN HEYE
*Şaredariya Bajarê mezin a Amedê ku xebatên xwe yên li hember welatiyên bi nexweşiyên kronîk dijîn, ji xizmeta tenduristiyê wêdetir dimeşîne, balê dikşîne ser barê lênerînê ya li ser milê jinan. Bi teqsiya civakî, xurekên bê gluten, terapî û diyetisyen keda jinê ya nayê dîtin derdixe holê û xurtkirina xwegîhandina wekhev a mafê tenduristiyê hedef dike. DÎMEN HEYE
*Endama MYK DEM Partiyê Derya Aslan da zanîn ku di pêvajoyê de krîza esas tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û got: “Pêknehatina hevdîtinan, astengiyên li pêş hevdîtinên malbat û parêzeran samimiyeta deshtilatdariyê nîşan dide.” BI DÎMEN







