ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 14 Tebax 2026
- Rojev
*Dêra dîrokî ya bi navê "Dêrâ Derik" ku li nêzîkî gundê Eynqesirê yê navçeya Misircê cih digire, piştî salên dûrdirêj ên bêxwedîhiştin û vekolînên dijqanûnî, niha ber bi kavilbûnê ve diçe û terkî qedera xwe hatiye kirin. DÎMEN HEYE
*Zeynep Ulaş, derbarê çanda "berivaniyê" ya ku ber bi windabûnê ve diçe de wiha got: "Zozanên me gelek bedew in, lê karê me jî zehf dijwar e. Ji ber van zehmetiyan, nifşê nû êdî 'berivaniyê' nake." DÎMEN HEYE
*Hejmara jinan li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştiye astek bilind, di 25 salên dawî de ji sedî 411 zêde bûye. Parêzer Ozge Aksoy, endama CÎSST'ê, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber qerebalixiya zêde, polîtîkayên daneyên neşefaf û mîmariya girtîgehan a ku li ser jinan nafikire, û tekez kir ku pêdivî bi lezgîn a pêkanîna polîtîkayên parastinê heye. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP'ê Sûltan Ozcan, diyar kir ku qanûna bingehîn a ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye pejirandin wekî xaleke destpêkê ye, anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya cîbicîkirina vê qanûnê de wekî koordînatorê siyasî tevbigere. DÎMEN HEYE
*" Îdeolojiya rizgariya jinê û xeta azadiya jinê, wê rastiyê ferz dikin ku bêyî veguherîneke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, aştiya rastîn pêk nayê." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ







