ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2026'AN
- 09:00 22 Tîrmeh 2026
- Rojev
* Aktîvîsta ekolojiyê Gulşen Bîrer da zanîn ku texrîbata xwezayê ya li Kurdistanê ne tenê mijareke ekolojîke, mijarek siyasî û civakî ye. Gulşen Bîrer anî ziman ku hêviya herî mezin jî berxwedana gel a parastina xwezayê ye. BI DÎMEN
* Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan krîtîke û aştiyeke mayînde jî bi tevlibûna gel a pêvajoyê pêkan e. BI DÎMEN
*Li Mersînê Dayikên Aştiyê yên li her qadê jiyana komunal esas digirin, bi kedek kolektîf salçeyê çêdikin û wiha dibêjin: “Em dayik divê xwe rêxistin bikin û li her qada jiyanê komunên xwe ava bikin. Jiyana komunal, jiyana mirovane ye.” BI DÎMEN







