ROJEVA 16'YÊ TÎRMEHA 2026'AN
- 09:00 16 Tîrmeh 2026
- Rojev
* Emîne Kayar û Esra Sîncar ku di temenê biçûk de dest bi xebatê kirin, bi têkoşîna keda bi salan ji xwe re jiyaneke nû avakirin. Her du jinan balkişandin ser girîngiya serxwebûna aboriyê û peyama divê jin li ser piyên xwe bisekinin dan. BI DÎMEN
* Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca da zanîn ku divê dewlet demildest sererastkirinan pêşkêşî meclîsê bike û wiha got: “Qanûna çarçoveyê yek ji daxwaza me ya herî esas ya ji bo daxwazên gelê Kurd pêk bê ye.” BI DÎMEN
*Jinan diyar kirin ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mayînde bibe divê demildest gavên qanûnî bên avêtin û gotin ji bo çareseriya demokratîk divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û girtiyên siyasî bên berdan. BI DÎMEN
*Hevsreoka PJAK’ê Peyman Viyan der barê geşedanên dawî yên Îranê de axivî û got Îran xwe ji bo şer amade dike û got: “Em li alî çarseriya demokratîk in. Lê li dijî hêzên me tehdîd dikin em xwe amade dikin.” BI DÎMEN







