ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 15 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
*Semsûriyan diyar kirin ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî be û wiha gotin: “Divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê. Ev daxwazeke civakî ye.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên li Zozanên Feraşînê kevneşopiya koçeriyê ya salan didomînin, zor û zehmetiyên dijîn wiha vedibêjin: “Hemû bar li ser milê jinan e. Jin hewl didin xwe bigihînin her tiştî.”DÎMEN HEYE 
 
* Denîz Uslu got tedbîrê pêwist bê girtin wê pêşî li tundiya mêr bê girtin û got: “Divê Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve jiyanê, di mijara zayenda civakî de pewerdehî ji bo peywirdarên cemawerî bê dayîn.”DÎMEN HEYE 
 
*Serokê berê yê Komeleya Dildarên Alîkarî û Xizmetê ku li gelek bajaran faliyetê dimeşîne, gumanbar Ahmet Çam li hember gelek zarok û jinî destdirêjî pêk anî. Doza der barê gumanbar de didome.