ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 5 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
*Li Qoserê jinên li  erdê titunê dixebitin, diyar kirin ku bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev û wiha gotin: “Em hem diwestin em hem nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin. Pereyê em digirin kêm e. Niha 850 lîre rojane didin me. Em bi vî pereyî çi bikin. Em neçarin vî karî bikin. Divê karsaz beramberê keda me bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê jinan diyar kirin ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk ketine pêvajoya ji nû ve rêxistibûnê û banga têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE