Meşa Feminîst a Îzmîrê: Em dest ji têkoşînê bernadin

  • 19:49 8 Adar 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Di 9’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a Îzmîrê de ku îsal hat lidarxistin, hat gotin, "Me qet dev ji gotina 'Aştî' li dijî şer bernedaye û bi hev re ji bo aştiyê têkoşîn daye."
 
Ji bo 9’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a Îzmîrê, jin li ber Pirtûkxaneya Penguen a Alsancak a berê kom bûn û ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê ve meşiyan. Meşa ku bi dirûşma "Serhildana bêdawî li dijî baviksalarî, kolanan bi kêf û hêrsê mor dike" hat lidarxistin, pankartek bi nivîsa "Serhildana me ya femînîst sînorên ku jiyana me dorpêç dikin derbas dike" hat vekirin, di heman demê de dirûşmên "Bijî berxwedana jinan", "Jin, jiyan, azadî" , "Bijî hevgirtina jinan" û "Jin şer naxwazin aşitiyê dixwazin" hatin berzkirin. Bi sedan jin, tevî Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) Burcugul Çubuk, beşdarî meşê bûn. Daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Yağmur Çelik, Baran Alan û Yağmur Çelik, Baran Alan û ya bi kurdî jî ji aliyê Berfin Tunç ve hate xwendin.
 
‘Di mirinên bi gûman de bila heqiqet bê eşerekirin’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî kapîtalîzmê  têkoşîn tê mezinkirin û wiha hat gotin, “ Em careke din dibêjin, saziyên dewletê mecbur in k udi mirinên bi gûman yên wekî mirina Gulîstan Doku de bi berpirsiyariya xwe rabin û heqîqetê derxînin holê û ji bo hemû jinan  edaletê pêk bînin.”
 
‘Em teslîmî paşverûtiyê nabin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dema patriyarka û kapîtalîzm dibin yek keda jinan ji nedîtî ve tê dîtin û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin, “Em kedkarên Temel Contai, Mîgros Depo û hemû jinên kedkar ên li çar aliyên welat bi piştevaniya xwe ya feminist silav dikin.  Em ji vir careke din daxwazên xwe yên ji bok eda xwe ku bê dîtin dubare dikin; em heqdestê wekhev û xebata bi ewle dixwazin. Em ne piştevaniya civakî em heqê xwe dixwazin. Dixwzin ew biryarê bidin ku em çawa kincan li xwe bikin û çend zarokan bînin. Em teslîmî vê paşverûtiyê nabin.”
 
‘Em xeta aştiyê dihûnin’
 
Di daxuyaniya ku hat bibîrxistin di warê ekoloji û mafê ajalan de jî jin jiyanê diparêzin wiha hat bi dawîkirin, “Polîtîkayên şer li her dere jinan hedef digirin. Em dizanin ku li tu dere ji bo jinan kapîtalîst û êrîşên siyonîst ji jinan re azadiyê naynin. Em li ser vê erdnîgariyê li dijî van pêkanînan dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin û em ê aştiyê ava bikin.”
 
Meşa Şevê ya Feminîst bi dirûşman bi dawî bû.