Bi 8’ê Adarê ber bi Civaka Azad û Demokratîk (7)

  • 13:19 26 Sibat 2026
  • dosya
Li Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Başûrê Kurdistanê yên di bin lepê şer, xizanî û tundiya mêr-dewletê de ne, di salên dawî de di 8’ê Adarê de li bajaran, kampan, çiyan berxwedanê mezin dikin. Li Şengalê jî bi pêşengiya TAJ’ê li dijî fermanê parastina cewherî hat pêşxistin, li Mexmurê li dijî ambargoyê dirûşmên ‘jin jiyan azadî’ deng dan. Jin Jiyan Azadî bi paradîgma azadixwaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat gel hev û 8’ê Adarê kir roja hesabpirsîn û roja azadiyê.
 
8’ê Adarê ku ji bo hemû jinên cîhanê û ji bo jinên Kurd jî ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, wek sembola berxwedanê tê nirxandin. 8’ê Adarê ku bi berxwedana jinên karkerên tekstîlê yên New Yorkê bû sembol, li Kurdistanê jî tevî hemû şert û mercên zehmet, zext û qedexeyan xwedî lê hat derketin. Tevî vê jinên Kurd li her çar alî Kurdistanê bi têkşoîna rêxistinkirî 8’ê Adarê ji rojeke salnameyê derxistin û veguhertin xeta ‘365 roj a 8’ê Adarê’.
 
Di vê beşa dosya xwe de em serhildana jinên Başûrê Kurdistanê ya di 8’ê Adaran de kolanan tije dike û ji Şengalê heta Mexmurê pêvajoya hatiye jiyîn digirin dest.
 
Di berxwedanê de bi israr in
 
Jinên Başûr di salên dawî de di her 8’ê Adarê de, tevî krîza mezin ku dibe, şer û xizaniyê, qadan terk nakin û bi berxwedaneke bi israr 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Ji Silêmaniyê heta Hewlêrê, ji Duhokê jin li her bajarî li dijî zextên dewleta Iraqê, mirinên biguman, qetilkirina jinan dimeşin, foruman, panelan û bernameyan pêk tînin. Xwendekarên zanîngehên li dijî zayendperestî, mobîng û tehdîda betaliyê daketin kolanan, kedkarên tenduristiyê bi grev û protestoyanhatin gel hev. Bi taybet di du salên dawî de amadekariyên 8’ê Adarê li dora ‘jin jiyana azadî’ tên rêxistinkirin û ev tenê bi rojekê sînor namîne, seranserê salê xebat, kampanya, atolye, hevdîtin tên kirin.
 
Roja hesabpirsînê
 
Tundiya mêr-dewletê di salên dawî de li Başûrê Kurdistanê ne tenê li malê, di qada siyasî û aborî de jî giran bû. Qetilkirina jinan, mirinên biguman yên jinan, tehdîd û zextên li ser jinan, hedefgirtina saziyên jinan. Van pêkanînan 8’ê Adarê ji pîrozkirinê wêdetir veguhert roja hesabpirsînê.  Tevî vê rêxistinên jinan, saziyên hatin girtin ji nû ve vekirin û li dijî êrîşan stargeh û navendên piştevaniyê vekirin. Di salên dawî de li Başurê Kurdistanê 8’ê Adarê veguherî xeta radîkal û polîtîk.
 
Di esasa paradîgma azadiya jinê de têkoşîn
 
Di vê pêvajoyê de yek ji rojeva herî esas a jinên Kurd azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di salên daweî de di çalakî û bernameyên 8’ê Adarê de jinan di pankart, dirûşme û axaftinan de her tim ev daxwaz anîn ziman. Jinan pergala tecrîda Îmraliyê  wek polîtîka şerê li ser civakê û jinan pênase kir û ji ber vê jî bi paradîgma azadiya jinê û felsefeya ‘jin jiyan azadî’ xwedî li 8’ê Adarê derketin.
 
Ji TAJÊ çalakiyên 8’ê Adarê
 
Li Şengalê jî piştî fermanda 3’ê tebaxa 2014’an şûnde TAJÊ her 8’ê Adarê berxwedana jinên Êzidî xist navenda xwe. Piştî revandina bi hezaran jinên Êzidî, xwe rêxistinkirin esas hat girtin û bi pêşengiya jinan bersiva qirkirinê hat dayîn. Tevgera Jinên Azad a Êzdî (TAJÊ) di salên dawî de di her 8’ê Adarê de ji bo jinên di fermandê de hatin windakirin çalakiyên bîranînê rêxistin dikin. Jin li Şengalê bi hevkariya komun, parastina cewherî, meclîsan ne tenê ewlehiya fîzîkî di heman demê de hebûna siyasî, çandî û bawerî jî diparêzin. TAJÊ di daxuyanî û çalakiyên de xwe rêxistin dike ku ew di mezinkirina parastina cewherî de bi israrin.
 
Rewşa rêxistinkirî ya avakirina civakî: Şengal
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan di 8’ê Adara 2025’an de di peyama ku ji Şengal û jinên Êzidî re şand. Vê peyamê jî bîra berxwedana kûr kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de fermana li Şengalê hatiye jiyîn wek qirkirina jinê û qirkirinê pênase kir. Her wiha daxuyakirin ku hewldana avakirina civakeke demokratîk û parastina cewherî ya jinên Êzidî, di alî jinên cîhanê de tecrubeya startejîk e. Her wiha di peyamê de diyar kirin ku jin li Şengalê ne tenê mexdûr in kirdeya damezrîner a jiyana nû ye. Ev peyam di 8’ê Adarê de bi dirûşme û tilîliyan hat silavkirin.
 
Li Mexmûrê bi berxwedanê pêşwazîkirin
 
Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn, di salên dawî de di bin tehdîda ambargo, dorpêç û êrîşan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Zextên siyasî û aborî yên li ser kampê, qedexeya gerê, astgengkirina derfetên perwerdehî û kar, raste rast barê jinan giran dike. Tevî vê li Mexmûrê jin her beriya 8’ê Adarê civînan, atolyeyan, nîqaşan dimeşînin, salê dinirxînin, plansaziya nû ya salê derdixin. 8’ê Adarê ne tenê wek roja protestoyê, di heman demê de wek roja xwedîderketina li çand, ziman û dîrokê jî tê dîtin. Jinên Mexmûrê jiyana xwe ji ser jiyana kolektîf, rêxistinbûn û parastina cewherî  azad dikin û 8’ê Adarê jî wek sembola vê îradeyê xwedî lê tê derketin.