Desteya Kar û Barên Civakî daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê kir
- 13:25 25 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Kantona Firatê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku alîkariya ku digihêje Kobanê, ji ber dorpêça berdewam a ku niha di roja xwe ya 37`an de ye, têra şêniyan nake. Desteyê daxwaza rakirina dorpêçê bi tevahî kir da ku çareseriyeke mirovî ya domdar were pêkanîn.
Desteya Kar û Barên Civakî û Kar bi hevkariya Nivîsgeha Rêxistinan a Kantona Firatê, îro di civîneke çapemeniyê de ku li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li Kobanê hate lidarxistin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji hêla hevserokê desteyê Ehmed Xoce ve hate xwendin û tê de hat diyarkirin ku bajarê Kobanê 37 roj e ji hêla hêzên girêdayî hikumeta demkî ve di bin dorpêçê de ye û bi deh hezaran kes ji Reqa, Tebqa û gundewarên Kobanê ber bi navenda bajêr ve koçber bûne, ku ji ber zexta mezin a li ser xizmetguzarî û binesaziyê, rewşa mirovî xirabtir bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku alîkariya ku hatiye dayîn ji bo pêdiviyên şêniyan û koçberan ne bes e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha nêzîkî 3 hezar doşek, 8 hezar betanî, 5 hezar û 754 paketên xwarinê, 2 û 500 paketên paqijiyê gihaştine waan ku li 14 tax û stargehên bajêr hatin belavkirin. Wekî din, 37 hezar ton mazot hat belavkirin, 30 ton ji bo saziya avê û 7 ton û nîv ji bo navendên tenduristiyê hat veqetandin.
Desteyê bang li şêniyan kir ku bi saziyên ku çavdêriya belavkirinê dikin re hevkariyê bikin da ku alîkarî bigihêje hemû kesên hewcedar.
Di dawiya daxuyaniyê de desteyê diyar kir ku mafê hemû malbatên li Kobanî û gundewarên derdora wê heye ku alîkarî bigihêje wan. Desteyê diyar kir ku gihandina alîkariyan bêyî rakirina dorpêçê çareseriyeke mayînde ji bo krîza mirovî pêk nayne û daxwaza bidawîanîna dorpêçê bi tevahî kir.







