Divê dewlet polîtîkayên xwe biguherîne: Ji bo aştiyê gav bavêje
- 09:06 21 Sibat 2026
- Rojane
MÊRSÎN - Ferîde Aslan Bîlgîn diyar kir ku helwesta li deriyê sînor, nîşaneya samîmiyetê ye û wiha got: “Li aliyekî behsa civaka demokratîk tê kirin, li aliyê din jî alîkariyên ji bo gelê xwişk û birayên me tên astengkirin. Ev ne samîmî ye.”
Gelê Rojava li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê bi rojan gerxwe dan û bi berxwedanê re peymanek hat îmzekirin. Tevî peymanê ambargoya li ser Rojava didome. TIR’ên alîkariyên yên ki Kurdistanê hatin şandin bi rojan li deriyê sînor hatin sekinandin û tenê 25 TIR derbas kirin. Rêxistinên civaka sivîl yên Kurdistanê daxwaz kirin ku divê demildest deriyê sînor yê Murşît Pinarê bê vekirin û alîkarî bigihêjin gel.
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferîde Aslan Bîlgîç der barê mijarê de axivî.
Ferîde Aslan Bîlgîç daxuyakirin ku piştî 2014’an şûnde li Rojava piştî têkbirina DAIŞ’ê bi pêşengiya jinan jiyaneke demokratîk û wekhev hatiye avakirin û got: “Demek dirêj ev teşeyê jiyanê hat meşandin. Gelên Rojava bi perspektîfa paradîgma civaka demokratîk jiyana xwe domandin. Di vê pêvajoyê de pêşnegiya jinan gelek girÎng bû. Li ser ‘jin jiyan azadî’ Rojava hat avakirin. Ev model li cîhanê bû mînak.”
‘Gelan êrîş vala derxistin’
Ferîde Aslan Bîlgîç da zanîn ku hinek alî ji vê modela li Rojava hatiye avakirin nerehet bûne û li ser vê dest bi hewldanên êrîşan kirine û wiha domand: “Li ser jin, zarokan û jiyana li Rojava zext hatin zêdekirin. Ne tenê Kurdn, hemû gelên din ev paradîgma esas girtin. Ji ber vê xwestin bi civakan vê zilmê bidin jiyîn. Lê gelan bi yekitiyê ev êrîş vala derxistin.”
‘Bi ambargoyê xwestin şûnde gavê bidin avêtin’
Ferîde Aslan Bîlgîç wiha dirêjî dayê: “Yên ev terza jiyanê qebûl nekirin ji nûve herêm dorpêç kirine. Ji jiyana wir tirsiyan û civak xistin bin zextê. Ambargoyê pêk tînin. Lê tevî hemû hewldanan gel şûnde gav navêt. Li Bakur ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Lê mixabin ev hatin astengkirin. Li deriyê sînor hatin astengkirin. Ev pêkanîn dijmirovahiye. Em vê qebûl nakin. Ev nêzîkatî hewlesteke li dijî civaka demokratîke. Helwesta li deriyê sînor tê nîşandan, samimiyeta pêvajoyê nîşan dide. Em bang li hikûmetê dikin. Ev helwest samîmiyeta we ya li dijî pêvajoyê nîşan dide. Ev jî baweriya gel qels dike. Divê gavên şênber yên ji bo çareserî û aştiyê bên avêtin.”







