Jinan ji bo meşa Saraçhaneyê bang kirin
- 09:03 21 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 22’yê Sibatê de li Stenbolê bi meşeke girseyî dide. Sevtap Aktag ya DEM Partiyî ji bo aştî û wekheviyê bang li hemû jinan kir ku tevli meşê bibin.
Meclîs Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya "Em bi serhildana xwe jiyana azad û wekhev dihûnin" wê stargeha 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bide.
Li herêma Marmarayê jin amadekariya 8’ê Adarê dikin. Li Stenbolê 22’yê Sibatê de saet di 14’an de wê li ji Saraçhaneyê heta Qada Aksarayê meş pêk bê û starta 8’ê Adarê bê dayîn. Berdevka meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, hevserok, berdevk û hemû jinên rêxistinên navend û navçeyan wê tevli bibin.
Cigira hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag der barê meşê û 8’ê Adarê de axivî. Sevtap Akdag balkişand ser dîroka 8’ê Adarê û kesên bûne sedema avakirina vê rojê bibîr anî.
Di 8’ê Adarê de yek deng
Sevdap Akdag destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan zemîneke hevdîtinê ya mezine û wiha anî ziman: “Îsal jî wê jin li dijî êrîşan bibin yek da. Hemû jin wê bibin yek, dengê xwe bikin yek û di zemîna têkoşîna hepvar de bên gel hev. Em bi têkoşîna jinan tên gel hev. Em li dijî tundiya mêr berxwe didin û wek jinên ku jiyana xwe diparêzin, ligel hev cih digirin. Em ê cîhaneke qazad, li qadên 8’ê Adarê bi şahiyekê nîşan bidin.”
Ji bo aştî û wekheviyê berbi qadan ve
Sevtap Akdag diyar kir ku meclîsa jinan a DEM Partiyê di serî de li herêma Marmarayê û her çar aliyê Tirkiyeyê wê li qadan bin û got wê bi xeteke ku wekhevî, aştiyê diparêze xebatên xwe bimeşînin. Sevtap Akdag wiha dirêjî dayê: “Em ê di vê 8’ê Adarê de jî heman hestan li qadan bin. Em ê li her derê Tirkiyeyê bi jinan re bên gel hev û 8’ê Adarê pîroz bikin. Li Marmarayê jî bi taybet li Stenbol, Bursa, Tekîrdag û Kocaeliyê em ê li dijî tundiya mêr û xizaniya jinan kolan bi kolan bigerin û bi jinan re bên gel hev. Em 22’yê Sibatê de roja yekşemê saet di 14’an de li Qada Saraçhaneyê tên gel hev û heta Aksarayê dimeşin. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê li wir bên gel hev. Em hemû jinan vexwendiyên hevdîtina mezin a Saraçhaneyê dikin.”







