Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê hat qebûlkirin

  • 14:00 18 Sibat 2026
  • Rojane
ENQERE - Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê ku ji 7 xal û 60 rûpelan pêk tê bi 47 dengan hat qebûlkirin.
 
Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî li dar xist. Di civînê de rapora hevpar bi dengdayînê hate qebûlkirin. Ji 51 endamên komîsyonê 47 jê weke “erê” deng dan û 2 kesan neyînî deng da û kesek jî ne erênî û ne jî neyînî deng da. Bi vî awayî rapora hevpar hat qebûlkirin.
 
Endamên komîsyonê yên DEM Partî dê daxuyanî bidin.