ROJEVA 14'Ê SIBATA 2026'AN
- 09:00 14 Sibat 2026
- Rojev
* Canan Demîr fikarên xwe yên li ser pêvajoya ku neqediyaye anî ziman û got, "Aştî samîmiyetê dixwaze" û biryara CHP’ê ya beşdarnebûna di komîsyona ku çû Îmraliyê rexne kir û bi lêv kir ku hêviyên Gelê Kurd bi salan e tên îstismarkirin. DÎMEN HEYE
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku dewleta neteweyî hêza xwe bi giranî ji pergaleke hiqûqî ya yekalî birêkûpêk digire û balê dikişîne ser pêwîstiya têgihîştineke hiqûqî ya cuda, piralî û li ser bingeha herêmî ji bo neteweyek demokratîk.
*Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter da zanîn ku komplo li dijî îradeya kolektîf a gelê Kurd e û got tevî biryarên DMME’yê rejîma înfaza muebeta giran û tecrîd didome. Ekîn Yeter daxuyakirin ku ji bo şertên muzakereya demokratîk bên avakirin mafê hêviyê ferz e. DÎMEN HEYE
* Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê, di êrîşên HTŞ’ê de gelek çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Aqtan a li Reqayê hatine berdan. Di raporê de hat diyarkirin ku ev tahliye rîskek ewlehiyê ya cidî diafirîne.
*Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de 26 sal derbas bû. Jinan di salvegera komployê de ji ajansa me re nirxandin kirin û diyar kirin ku divê demildest mafê hêviyê pêk bê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA’yê Neslîhan Şedal di nava 27 salan de komploya navneteweyî paradîgma azadiya jinê hedef girtiye û got: “Jinan paradîgma, xwedîderketina li serokatiyê, mezinkirina têkoşînê komplo vala derxist. Ji bo azadiya fîzîkî ya serokatiyê, divê li dora paradîgma serokatiyê bi awayekî xurt em bibin yek, têkoşîna xwe xurt bikin û li ber xwe bidin.” BI DÎMEN







