Welatiyên Dîlokê: Bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin
- 09:05 13 Sibat 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
DÎLOK- Jinên tevli çalakiyên ji bo Rojava pêk tên bûn balkişandin ser dorpêça li ser Kobanê û got: “Ji bo alîkariyên mirovahî divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin.
HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çile de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Piştre li Reqa û Tebqa, hemû bajarên Rojava belav bûn. Bi taybet bi çekên giran êrîşê Kobanê û gundên Kobanê kirin. Gelek kes di êrîşan de hat qetilkirin. Piranî birîndar bûn. Li Kobanê ligel êrîşan av û ceyran hat birîn, înternet hat birîn. Gel bi pergala komun berxwedanek mezin nîşan dide.
Li dijî êrîşên li ser Rojava di serî de li Kurdistanê û hemû cîhanê Kurd û dostên Kurdan dadikevin qadan û mijarê protesto dikin. Jinên Dîlokê yên tevli çalakiyan bûn, balkişandin ser komploya ku tê xwestin li ser Kurda pêk bê.
‘Em hemû kesî vedixwînin peywirê’
Ayne Sonzamanci da zanîn ku divê deriyê sînor bê vekirin û wiha got: “Wek dayikekê dixwazim deriyê Murşîtpinarê bê vekirin. Li wir jin û zarok di rewşek zehmet de ne. Jin zehmetiyan dikşînin. Kî dibe bila bibe divê ev zilm neyê kirin bidawî be. Rêberê komara Tirkiyeyê divê demildest peywira xwe bînin cih. Divê dawî li vê zilmê bê.”
‘Bila derî vebikin’
Aslihan Çelîk jî balkişand ser krîza mirovî û wiha domand: “Kurd tunebin Tirkiye tune ye. Çima desturê nadin derman bên şandin. Bila derî demildest bên vekirin.”
‘Ev li tu devera cîhanê nehatiye dîtin’
Leman Ozkan jî destnîşan kir ku divê demildest alîkarî bên şandin û wiha domand: “Divê ev zilm bidawî be. Dayik êşê dikşînin. Destur nedan alîkarî biçin. Li tu devera cîhanê tiştek wisa nehatiye dîtin. 25 TIR alîkarî hat şandin lê mixabin asteng kirin.”
‘Em dixwazin deriyê sînor bê vekirin’
Leman Anik jî wiha anî ziman: “Li Kobanê hovîtiyek mezin tê jiyîn. Em ji vir êşê dikşînin. Zarok û kal û pîr li bendê alîkariyane. Destur neda alîkariyê hatine Pirsûsê bên derbaskirin. Me Kurdan çi kiriye? Em dixwazi derî bê vekirin. Li wir zarok birçîne, birîndar hene. Birîndar hene. Ew çiqas Kurdan tune bikin jî Kurd her diçin mezin dibin.”
‘Divê alîkarî bigihêjin wir’
Nefîse Boz daxuyakirin ku divê dagirkirin bidawî bibe û wiha got: “Zilma li ser Kurdan bi salane didome. Zarok birçîne û di sermayê de ne. Alîkariyên hatin şandin ateng kirin. Tê gotin ku lihevkirinek heye, ev lihevkirinek çawaye. Zarok dicemidin. Bila deriyê Murşîtpinarê vebikin. Gel alîkarî kom kir û divê ev alîkarî bigihêjin. Hêviya me eve ku derî vebibin. Ne şeva me heye ne roja me.”
‘Dawî li zilmê bînin’
Xebat Gençgeç bang kir ku divê rayedar berpirsyariyê bigirin ser xwe û wiha bidawî kir: “Zarok bi rojane tî û birçîne. Psîkolojiya zarokên me xera bû. Zarokên me di wê rewşê de bin em li mala xwe rehet nakin. Ez bang li rayedaran dikim, bila li dijî vê bêdeng nemînin. Wê ev zilm çiqas bidome. Ez bang li saziyan dikim; dawî li vê zilmê bînin.”







