ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 28 Kanûn 2025
- Rojev
* Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç da zanîn ku Cizîr ji bo bajarê jinan herêma pîlot hatiye hilbijartin û got: “Em ê Cizîrê ku bi mîrateya ji Berîvanan maye bikin bajarê jinan.” BI DÎMEN
* Di mîtînga ku di 4’ê Çile de ji aliyê DEKUP’ê ve bi dirûşmeya "Hêvî û azadî" ya wê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê, jin û gel ji bo aştî, wekhevî û azadiyê daxwazên xwe wê bi hev re bînin ziman. Hevşaredara Xana Axpar Semra Akyuz der barê mîtîngê de axivî û got: “Ev mîtîng hêviya gelan e. Dengê azadiyê ye. Em hemû kesî vexwendiyê qadê dikin.” BI DÎMEN
* Bedena jinan her tim bûye navenda polîtîkayên hêzê. Ji Tehranê heta Xezayê çalakî û azadiya jinan bûye nîşaneya ku hêza siyasî, leşkerî û çapemeniyê çawa hatiye bi rêvebirinê. PANORAMA







