Jin saleke bê tundî dixwazin
- 09:05 27 Kanûn 2025
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Jinan diyar kirin ku ew saleke bê tundî dixwazin û gotin divê di 2026’an de dewlet li dijî tundiya li ser jinan dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bîne.
Li gorî Anit Sayaç di 2025’an de 441 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Daxwaza jinan saleke bê tundî ye û gotin divê dewlet dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bîne. Jin der barê bendewariyên ji sala 2026’an de axivîn.
‘Divê di sala nû de kreşa bê pere bê vekirin’
Mamosteya teqawît Salîha Nîsan da zanîn ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û pêkanînên cezakirinê kêm in. Salîha Nîsan wiha dirêjî dayê: “Pergal di bin hegemonya pergala mêr de dimeşe. Ez li Beşîktaşê dijîm û ditirsim. Ez her sal diçim derveyê welat. Ez li wir xwe ewle hîs dikim. Lê li Beşîktaşê ditirsim bi şev derkevim derve. Sala nû de divê ji bo dayikan kreşên bê pere bên vekirin. Divê mafên civakî ji bo zarokan pêk bê. Sektora tenduristiyê kêm e. Pergala randevuyê nebaş e. Ev jî bandorek mezin li ser civakê û jinan dike.”
‘Divê krîza aborî bê çareserkirin’
Merve Kurt diyar kir ku tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û rewa dibe û got: “Detshilatdarî cesaretê dide gumanbaran. Di zêdebûna tundiya li ser jinan de krîza aborî bi bandor e. Heta krîza aborî kêm nebe tundî jî wê kêm nebe. Gumanbar bi hincetan xwe diparêzin û hêrsa xwe ji jin û zarokan derdixin. Divê krîza aborî çareser bibe. Di sala nû de em aramî, kêfxweşî, aştî û edaletê dixwazin.”
‘Divê cezayên bi bandor bên dayîn’
Sevda Paçaca jî diyar kir ku kesên tundiyê pêk tînin piştî tên girtin bi efûyan tên berdan û cezayekî bi bandor nayê birîn. Sevda Paçaca wiha got: “Divê cînayetên jinan neyên efûkirin. Ez ji sala nû tiştekî napêm. Her sal ji sala din xerabtir e.”
‘Divê sererastkirinên nû hebin’
Arya Sozen jî daxuyakirin ku jin kedek mezin didin û wiha bi lêv kir: “Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê bi sererastkirinên nû re divê ceza bi bandor bin. Li dijî tundiya li ser jinan tu pêkanîn tuneye. Gumanbar tên binçavkirin di deriyê din re tên berdan. Tevî biryara dûrxistinê cînayetê dikin. Divê sererastkirinek qanûnî ya cidî hebe. Bila di sala nû de tundî bidawî be.”
‘Divê qanûn pêk bên’
Sanak Arslan jî wiha anî ziman: “Divê civak li dijî tundiya li ser jinan xwedî hişmend be. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Divê em bibin yek. Li dijî tundiya li ser jinan divê qanûn bên rojevê. Ez naxwazim bi tirs derkevim derve.”
Jina bi navê Hamiyet ku nexwest paşnavê xwe bide da zanîn ku jin hewl didin dengê xwe bidin bihîstin lê ev deng nayê bihîstin û got divê li dijî tundiyê tedbîr bên girtin.







