ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 26 Kanûn 2025
- Rojev
*Sala 2025’an salek tijî bûyerên girîng bûn, jinan di vê salê de ji bo xwe, ji bo civakê çi kirin û li hember êrîşan çawa li ber xwe dan û Kongra Star çiqas rol lîst. PANORAMA - DÎMEN HEYE
*Rihê yekîtiya aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê jî rihê komunal a demokratîk a jinê ye. Ji ber vê jî hebûna jinan a di têkoşînê de ferz e. Ji ber hebûna jinê tenê bi roja îro pirsgirêkê najîn. Ji paşerojê heta îro krîzên tên jiyîn hene. Ji ber vê jî divê rihê netewa demokratîk bi hişmendiya azadiya pêk bê. JINEOLOJÎ
* Yek ji berxwedêra Komkujiya Girtîgehê ya 19’ê Kanûnê Gonul Karagoz der barê Girtîgehên Tîpên Çal de axivî û da zanîn ku tecrîda li girtîgehan didome û wiha got: “Bi pergalên elektronîk tenêtî tê ferzkirin. Ev tê wateya bi zindî kuştin e. Zext û tehdîda êrişa zayendî ya li ser girtiyên jin jî hîn zêdetire.” BI DÎMEN
*Dayika Aştiyê Adalet Çay da zanîn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re wê serî li Wezareta Dadê bidin û got: “Bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo biser nekeve. Em ê bi pêvajoyê ya biserkevin yan jî biqedin.” BI DÎMEN
*Ozden Gurbuz Sumer perspektîfa "Bajarê jinê" ya li dijî tunehesibandina jinan a di jiyana bajar de vegot û da zanîn ku bajar bi zîhniyeta serdest ya mêr tên avakirin û got: “Bajarên wekhev, ewle yên biz anîn, tecrube û bîra jinan teşe dibin pêkanin.” BI DÎMEN
*Sema Aktaş ya Egîtîm-Senê diyar kir ku di bin navê perwerdeya pîşeyî de hejmara zarokên dixebitin zêde dibin û got: “Perwerdehiya pîşeyî ne li kargeriyan divê di bin sîwaneya dibistanê de bên kirin. Zarok wek hêza erzan a kar tên dîtin. MESEM’ê binesaziya qanûnî ya karkeriya zarokan ava kiriye.” BI DÎMEN
*Leyla Encu ya di komkujiya Roboskê de kurê xwe Şervan Encu winda kir, diyar kir ku ew ji dewletê ji bilî dîtina gumanbaran tiştek naxwazin û got: “Heta qiyametê dest ji doza xwe bernsdim. Em ê hesabên zarokên xwe biprisin. Em ê her tim li ser piyan bin.” DÎMEN HEYE







