'Sûcên mêr bi zimanê çapemeniyê tê afirandin'
- 09:04 24 Kanûn 2025
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Evrîm Kepenek der barê bûyerên destdirêjî û destdirêjiya li hember zarokan a li TBMM’ê de axivî û got: “Em bi xeleka sûcên mêr ya ku nikare bê înkarkirin re rû bi rû ne. Çavkaniya vê jî ne tenê gumanbariya şexsî ye; zimanê ku bi salan e çapemenî bi zanebûn bikar tîne ye.”
Di çapemeniya alîgir de bi salane bûyerên destdirêjiyê heta niha bi destê desthiltdariyê û tehdîdkirina rojnamegerên jin re tên piştperdekirin û bi operasyonên dawî re bi destdirêjiya li hember jinan ji nû ve hatin dîtin. Edîtora Nûçeyên Jinan a Bîanetê û yek ji Rêvebera şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Stenbolê (TGS) Evrîm Kepenek der barê bûyera destdirêjiyê ya li meclîsê û di saziyên çapemeniya alîgir de derketine holê de nirxandin kir.
‘Jin bi tehdîda bê kar bimînin re tên rû hev’
Evrîm Kepenek daxuyakirin ku bûyera tacîzê ya di çapemeniya alîgir de derketiye holê sê alî ye û got: “Beriya her tiştî mijarek siyasî heye; ya duyemîn jî mafê jinan di vê mijarê de wê çiqas bê dîtin? Ya sêyemîn jî teşeyê veşartina bûyerê ji aliyê çapemeniyê ve ye. Ji paşerojê heta îro piştevaniyek bê deng a mêran û çapemeniyê li hember van bûyeran heye. Bûyerên destdirêjiyê dernakevin holê. Rojnamegerên jin ji ber sedemên rêgezên ne nivîskî deng dernaxin. Jinên deng derbixin jî bi xetereya ji kar bên derxistin re rû bi rû ne.”
‘Ev dozek siyasî ye’
Evrîm Kepenek daxuyakirin ku Nur Koşker ji aliyê Mehmet Akîf Ersoy ve rastî destdirêjiyê hatiye, neçar maye welat terk bike û got jin mahkumê mirina civakî tên kirin. Evrîm Kepenek daxuyakirin ku di çapemeniyê de çanda îfşakirinê gelek zehmet e û pir kêm tê dîtinê û wiha domand: “Mehmet Akîf Ersoy bi mudaxaleya darazê hatiye îfşakirin. Mehmet Akîf Ersoy ku di çapemeniyê de ‘împaratoriya hêzê’ ava kiribû çima niha hat îfşakirin, divê ev bê axaftin. Bûyer hatiye jiyîn dozek siyasî ye. Di alî desthilatdariyê de Mehmet Akîf Ersoz alavek bikaranînê bû. Îro Mehmet Akîf Ersoy diçe, kesên bên şûna wî dîsa wek alav bên bikaranîn û wê dîsa mêr bin. Wê ev mêr jî sûcên din bikin. Mijara Mehmet Akîf Ersoy çerxa qirêj a çapemeniyê ye. Lê mixabin ev ne tenê çerxek e. Li pişt konjoktorek siyasî heye. Em jinên rojnameger divê li dijî vê têbikoşin.”
‘Heta ziman neguhere, wê ev tundî xwe biafirîne’
Evrîm Kepenek di dawiya axaftina xwe de der barê bûyera destdirêjiya li hember zarokan a li TBMM’ê jî wiha vegot: “TBMM ya ku divê zarokan û jinan biparêze, nokteya hatiye her tiştî nîşan dide. Bi rastî me vebigota wê evqas nehatiba dîtin; Tiştên hatine jiyîn mînakeke bi êş ya li pêş me ye. Em bi xelekek sûcên mêr yên nikarin bên înkarkirinê re rû bi rû ne. Çavkaniya vê ne gumanbariya şexsî ye; ziman, nûçe, gotin, sernavên ku çapemenî bi salane bikar tîne ye. Heta ziman neguhere, wê ev tundî xwe biafirîne.”







