Panaroma zarokan a 2025’an: Yekane rê ‘Aştî û Civaka Demokratîk e’
- 09:03 24 Kanûn 2025
- Zarok
Buşra Turan
WAN - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bertîna Guneş geşedanên der barê zarokan de yên sala 2025’an nirxand û wiha got: “Yek ji sala ku herî zêde binpêkirinên mafên zarokan hat jiyîn 2025’an bû. Ji xizaniyê heta karkeriyê ji destdirêjiyê heta xespkirina mafê perwerdehiyê di gelek qadan de zarok hedef hatin girtin."
Li Tirkiyeyê di sala 2025’an de binpêkirinên mafan ên der barê zarokan de tabloya herî giran a salên dawî derdixe holê. Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) navbera îlona 2024 û tebaxa 2025’an de herî kêm 72 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dane. Li gorî Navenda mafê Zarokan a FÎSA jî di 5 mehên salê de herî kêm 26 zarok di qezayên kar an jî cihên dixebitîn de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora Odeya Tabîban a Stenbolê jî ji her 4 zarokî yek xizan ji her 5 zarokî yek jî birçiye. Li gorî FÎSA’yê navbera meha Hezîran-Tebaxê de herî kêm 257 zarokî jiyana xwe ji dest daye. Ev jî tabloya binkirina mafan a zarokan nîşan dide.
Li gor çeteleya tundiyê ya ku ajansa me her meh amade dike ji meha Çileyê ya 2025’an heta meha mijdarê herî kêm 25 zarok hatine qetilkirin û 27 jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Endama Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenera Mêrdînê Bêrîtan Guneş der barê tabloya mafê zarokan de axivî.
Berîtan Guneş der barê tabloya binpêkirina mafê zarokan de axivî û her wiha bandora krîz û atmosfeta siyasî ya li ser zarokan de wiha vegot: “Di 2025’an de rojeva zarokan gelek tije bû û gelek bûyer hatin jiyîn. Binpêkirinên mafên zarokan gelek hatin jiyîn. Bi Narîn Guran re, qetilkirina zarokan, destdirêjiya li hember zarokan, karkeriya bi MESEM’an re ya di perwerdehiyê de, di heman demê de ji ber polîtîkayan û gelek mijarên din zarok hedef hatin girtin. Bêguman di destpêka van binpêkirinan de mafê jiyanê hat. Zarok hedef hatin girtin, gumanbar bi polîtîkayên bêcezahiştinê hatin parastin. Gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Em dikarin bêjin gelek zarok bi binpêkirinan re hatin rû hev. Di 2025’an de jî dewlet bi zarokên hatin qetilkirin re nehat rû hev, kujerên Ugur, Ceylan, Cemîle û gelên din nehatin darizandin. Di 2025’an de mîlyonek û nîv zarok ji perwerdehiyê man. Ji 400 hezarî zêdetir xwendekar di MESEM’an de dibin karker. Bi vê re karkeriya zarokan tê rewakirin. Ev bûn wek mekanîzmayê. Herî dawî zarokê bi navê Muhammed li cihê ku staj dikir destdirêjî lê hat kirin û hat qetilkirin.”
‘Li Tirkiyeyê xizaniyek mezin a zarokan heye’
Berîtan Guneş der barê krîza aborî û bandora wê ya li ser zarokan jî wiha nirxandin: “Li gorî rêjeyên Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşberirinê (OECD) xizaniya zarokan gelek mezin e û got: “Li Tirkiyeyê xizaniyek mezin a zarokan heye. Ligel vê tevî em israr dikin rojekê xwarin ji bo xwendekaran bê dayîn jî dewlet tu tiştekî nake. Em dixwazin li dibistanan danek xwarin bê dayîn. Li Tirkiyeyê cihên ku herî zêde xizaniya zarokan lê tê jiyîn ji sedî 78 Amed, ji sedî 76 Şirnex piştre jî Mêrdîn û Wan tê. Li Tirkiyeyê xizaniya zarokan ji sedî 33 û li Amedê ev ji sedî 78 e. Li gorî herêman newekheviyek giran heye. Navbera zarokekî li Amedê dijî û yê li Enqereyê dijî cudahiyek mezin heye. Ligel vê mixabin di 2025’an de jî aftmosfera siyasî û zîhniyeta nîjadperest bandor li zarokan kir. Di her pêkanînê de îstîsmar, binpêkirin û li dijî vê jî polîtîkaya bêcezahiştinê hebû. Mixabin temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 salî. Xwegîhandina tiryakê di roja îro de pir hêsan bûye. Ligel vê em dizanin ku ev girêdayî polîtîkayên şer in.”
‘Divê ji bo zarokan danek xwarina bê pere bê dayîn’
Berîtan Guneş der barê karkeriya zarokan de û mekanîzmayên ku pêşî li vê digirin, di pêşniyarên çareseriyê de jî ev nirxandin kir: “ Pêşnûmeyên di vê mijarê de bi dengên AKP-MHP’ê tên redkirin. Desthilatdariyeke ji xizaniya zarokan agahiya wê tune heye. Ligel ku ji xizaniyê agahiya wê tuneye zarokan ber bi sûc ve dibin. Li şûna li dijî vê têbikoşin zarokan didarizînin. Xizanî ji bo zarokan faktorek bi rîsk e. Herî dawî wezareta perwerdehiyê got ‘em danek xwarina bê pere bidin van zarokan jî zarok naxwazin.’ Zarok ji birçîbûna ji ser hişê xwe diçin. Şansê zarokan ên xwarinê hilbijêrin tuneye. Wezîr radibe tiştekî wisa dibêje, wê demê di vir de înkarek mezin heye. Em bi israr dibêjin ku divê danek xwarin a bê pere ji bo zarokan bê dayîn.”
‘Ji bo zarokên penaber xizanî hîn mezintir e’
Berîtan Guneş newekhevî, bêewlehî û binpêkirina zarokan jî wiha vegot: “Bi taybet zarokên penaber rastî her cureyê newekheviyê tên. Xizanî ji xwe heye lê ji bo zarokên penaber xizanî hîn mezintir e. Di alî xwegîhandina perwerdehiyê de prisgirêkên mezin tên jiyîn. Di alî edalet, aboriyê de zarokên penaber zor û zehmetiyên mezin dikşînin.”
‘Gumanbar bê ceza tên hiştin’
Berîtan Guneş her wiha li ser bûyerên destdirêjî û binpêkirina zarokan jî sekinî û ev tişt bi lêv kir: “Yek ji sedema herî mezin a binpêkirina mafê zarokan û zêdebûna destdirêjiyê; desthiladarî li dijî vê mijarê têkoşînê nameşîne û gumanbar bi bêcezahiştinê tên parastin. Ji Peymana Stenbolê di şevekê de hat vekişandin. Di riya avakirina civakek nû de, sûcên li dijî jin û zarokan bê ceza hatin hiştin. Em dikarin bêjin ku ev yek parçeyekî mijara îdeolojîk e.”
‘Ev butçe, butçeya şer e’
Berîtan Guneş li ser butçeya sala 2026’an jî sekinî û di vê mijarê de wiha got: “Ev butçe, butçeya şer bixwe ye. Ji ber beşeke mezin a butçeyê ji şer re ji mîlîtarîzmê re tê veqetandin. Ji sedî 11 ji vê re tê veqetandin. Yekane riya çareseriyê ev e, ew jî pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Em vê di her derfetê de tînin ziman.”
‘Hewcedariya zarokan jiyaneke aştiyane ye’
Berîtan Guneş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Wek komîsyona zarokan a DEM Partiyê, ji bo jin, ciwan û civakê qada jiyana me ya nû heye. Bêguman riya diçe vê jiyana nû jî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Abdullah Ocalan daniye holê ye. Em dibêjin ku divê wezareta zarokan bê avakirin û ji bo zarokan butçeyek bê veqetandin. Di 2026’an de jî têkoşîna me wê bidome. Em ê ji bo butçeyek wekhev, ji bo mafê jin û zarokan, ciwanan, ji bo wezareteke ku wan temsîl bike têbikoşin. Em ê bi platformên ‘Şiyar Be’ li dijî tiryakê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo jiyaneke aştiyane xebatên xwe bidomînin. Hewcedariya zarokan bi jiyaneke aştiyane heye.”







