
ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
- 09:00 21 Cotmeh 2025
- Rojev
* Jinan têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş diyar kirin ku kujerên Rojînê bi zaneyî tên parastin û wiha gotin:"Kujer diyar in û dewlet hewl dide ku vê yekê veşêre." BI DÎMEN
*Derhênera belgefîlma bi navê Jinwar Nadya Derweş bal kişand ser Gundê Jinwarê û wiha got: “Me xwest hemû cîhan gûndê Jinwarê nas bike.” DÎMEN HEYE
*Parêzer Esra Saçaklidir li ser şîdeta li dijî jinan ku di civakê de normalîze dibe axivî û tekez kir ku ne tenê rêziknameyên qanûnî, lê di heman demê de hewlên perwerde û hişyarkirinê jî ji bo bidawîkirina şîdeta li dijî jinan pir girîng in. DÎMEN HEYE