Malbatên girtiyan xwepêşandan li dar xistin

  • 15:20 19 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştevaniya li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Qizilhesarê di greva birçîbûnê de, malbatên girtiyan li ber Parlamentoya Tehranê xwepêşandan lidarxistin.
 
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê ragihand ku malbatên girtiyên li Girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê ku di greva birçîbûnê de ne, li ber Parlamentoya Tehranê li dijî cezayên darvekirinê xwepêşandan lidarxistin û daxwaza rakirina cezayan kirin.
 
Hate diyarkirin ku xwepêşandan ji ber êrişa polîs û hêzên ewlehiyê yên Îranê veguherî tundûtijiyê. Hêzên ewlehiyê bi copan êrişî xwepêşanderan kirin ku hejmarek ji wan jin jî di nav de bûn. Lê malbatên girtiyan çalakiya xwe berdewam kirin.
 
Li gorî zanyariyên di Malperê de hatî belavkirin, hêzên ewlehiyê bi karanîna tundiyê hejmarek ji xwepêşanderan binçavkirin.
 
Hêjayî gotinêye ku di 15’ê Cotmehê de hezar û 500 girtiyên bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin yên li girtîgeha Qizilhesar, dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di nava çend rojên borî de 17 girtî li girtîgehê hatine darvekirin.