Dadgeha Îranê ji bo cezayê qemçiyê gazî Ateş Şakeremî kir

  • 11:18 18 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 2’yemîn a Dadgeha Bicîhanînê ya Cezayê Xurmabadê ya Îranê, gazî Ateş Şakeremî kir ku ji bo cezayê 38 qemçiyan ê lê hatiye birîn bicîh bîne, di nav 10 rojan de serî li dadgehê bide.
 
Zilma Komara Îslamî ya Îranê ya li hember azadîxwazan û bi taybetî jî li hember jinan, berdewam dike. Di demeke ku girtiyên li zîndanên Îranê li dijî darvekirinan di greva birçîbûnê de ne, cezayên qemçiyan jî li jinan tê birîn.
 
Ateş (Zehra) Şakeremî bi agahdariyeke nivîskî ya ji Daîreya Bicîhanîna 2'yemîn Dadgeha Cezayê Xurmabadê hatiye şandin, hat vexwendin. Dadgehê xwest ku Ateş Şakeremî cezayê 38 qemçiyan ê lê hatiye birîn, bikşîne. Ev ceza di encama giliyek taybet ê li dijî wê hatiye kirin de hatiye dayîn.
 
Dadgehê di 16’ê Cotmehê de agahî da û ji Ateş Şakeremî xwest ku di nav 10 rojan de ji bo bicihanîna cezayê qemçiyan, serî li dadgehê bide.
 
Ateş Şakeremi berê jî carek ji aliyê Dadgeha Cezayê Xurmabadê ya Hejmar 106 ve bi 38 qamçiyan û ji ber "belavkirina nûçeyên derew (nashr-e akazib)" bi 51 milyon tûmen cezayê pereyan hatiye cezakirin. Ev biryar paşê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatiye pejirandin.
 
Ev doz piştî giliyek ji aliyê kesekî taybet ve hatiye vekirin. Ateş (Zehra) Şakeremi, berê jî hatibû girtin, di heman demê de xaltîka Nîka Şakeremî ye, ku di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû kuştin.