
Konferansa Dayikên Aştiyê: Em ê heta azadiyê têbikoşin
- 10:58 18 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3'yemîn ku dê du rojan bidome dest pê kir. Di konferansê de girîngiya têkoşîna aştiyê ya dayikan hat bibîrxistin û hate gotin ku dayik dê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd û mafên gelê Kurd bi dest bixin têkoşîna xwe bidomînin.
Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xistin. Konferans li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê yên ji Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê tev li konferansê bûn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek dayik beşdarî konferansê bûn.
Hemû dayik bi laçikên xwe yên spî beşdarî konferansê bûn û hundirê eywanê veguharandin xemla aştiyê. Konferansê bi rêzgirtina ji bo têkoşîn û keda cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Dayika Aştiyê Murvet Demîr ve hate kirin.
Piştre sînevziyona ku qala têkoşîn û berxwedana dayikên aştiyê dikir hate pêşandan. Paşê jî ji bo konferansê dîwan hate hilbijartin. Li ser navê dîwanê Hafîze Îpek axivî û qala girîngiya têkoşîna Dayikên Aştiyê kir.
Aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay jî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî axivî û bixêrhatina dayikan kir û wiha got: “Em îro pir bi kelecan in. Ewqas dayik li Amedê kom bûn e, ev cihê kelecanê û kêfxweşiyê ye. Têkoşîn û berxwedana we têkoşîna me xurt dike. Di şexsê dayika Sakîne Arat de hemû dayikên ku jiyana xwe ji dest dane bi hezkirin û hurmet bi bîr tînim. Ez hêvîdarim ku ev konferans bibe sedema azadî û aştiyê.”
Bi du axaftina Serra Bûcak re peyama Rojava ya bi video hate nîşandan. Di peyamê de konferans hate silavkirin û behsa girîngiya têkoşîna ji bo aştî û azadiyê hate kirin.
Li ser navê TJA'yê jî Hulya Alokmen axivî û bixêrhatina dayikan kir û ev yek anîn ziman: “Dema ku navê dayikên aştiyê di nava hevokan de derbas dibe, hemû dinya li ber têkoşîna wan rêz digire. Her dem bi berxwedan û têkoşîna xwe kirin ku hemû cîhan li ber we bisekine. Têkoşîna we her dem rêya têkoşîna jinan ronî dike û vedike. Em ji bo azadiya birêz Ocalan bênavber têkoşîna xwe didomînin. Em ê dest ji daxwaza azadiya birêz Ocalan bernadin. Rêya me dûr û dirêj e. Rêya aştiyê zor û zehmet e. Tevî ku zor û zehmet be jî em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ji bo ciwan û zarokên xwe rojên azad û aştî dixwazin.”
Dayikên Plaza De Mayo peyam ji bo konferansê şandin. Dayika Aştiyê Nezahat Teke peyama Plaza De Mayo xwend. Di peyamê de hate diyarkirin ku dayikên Plaza De Mayo têkoşîn û berxwedana dayikên Kurd silav dikin.
Peyama xwişka Mazlum Dogan, Serap Mutlu Dogan jî hate xwendin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî axivî û bixêrhatina dayikan kir. Ayşegul Dogan bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya dayikan û wiha axivî: “Bi rastî gotin li hemberî we û pêşiya we tiştekî hêsan nîn e, tiştekî giran e, berpirsiyarek mezin e. Ez li ser navê partiya me ked û têkoşîna we pîroz dikim û mala we ava. Ger em îro li vir hatibin cem hev û gihabin vê qonaxê bi saya têkoşîna we û wan zarokên we çeleng û leheng in. Çi hebe ya we ye û we kiriye. Çiqas xwestin Kurdistanê bikin cihê zolm û zordariyê, lê bi pêşengiya we me pêşî li wê zilmê girt. Hûn wekî pola ne û hûn neşikestin. Em bi sê çar kesan gihîştin bi milyonan kesan. Ev bi saya têkoşîna dayikan e. Em wek gelê Kurd kesên xeraker nîn in. Me çi ji xwe re xwestibe me ji der û cîranên xwe re jî xwestiye. Em ji rojên tarî û rojên tadeyî li me dihat kirin hatin van rojan. Me zimanê kesî qedexe nekiriye, me nasnameya kesî inkar nekiriye, me zilm û neheqiyê li kesî nekiriye. Me her dem wekheviyê xwestiye. Me daw û doza ziman û nasnameya xwe û hebûna xwe kiriye. Ji van daxwazan tiştekî xwezayî heye, naxêr nîn e. Gotin têra têkoşîn û keda we nakin. Hûn bûn pêşeng û îro jî hûn in pêşengên jiyana azad.”
Li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jî Sultan Yaray axivî û konferansê li dayikan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna dayikan û girîngiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Sultan Yaray bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got ku ew ê yekîtiya demokratîk a gelê Kurd xewn û xeyala bi salan a dayikan e ava bikin.
Seroka Konseya Federasyona Ewropa-Akdenîz Nassera Koutor jî peyamek bi dîmen ji bo konferansê şand û li peyamê hate temaşekirin. Bi du temaşekirina peyamê re Nezahat Teke peyama bi Kurdî jî peyama Federasyonê xwend.
Komîteya Malbatên Windayên Lubnanê jî nameyek ji bo konferansa dayikan şand û hate xwendin.