Meşvanên azadiyê gihaştin Enqerê

  • 16:45 6 Cotmeh 2025
  • Rojane
ENQERE - Meşa TJA’yê ya bi dirûmeya ‘Em bi hêvî dimeşin azadiyê’ bi coş didome, gihaşt Enqerê. Jin ber bi Girtîgeha Jinan a Sîncanê ve dimeşin. 
 
Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed heta Enqerê hatiye destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, di roja xwe ya 6'emîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Meşvanên Azadiyê gihaştin Enqerê. 
 
Meşvanên Azadiyê, ji hêla sazî û dezgehên Enqerê ve li Golbaşiyê hatin pêşwazîkirin. Jinên ku li vir gihaştin hev ber bi Girtîgeha Jinan a Sîncanê ve dest bi meşê kirin. Dê li ber girtîgehê daxuyanî bidin raya giştî û çapemeniyê. 
 
Berfirehiya nûçeyê tê...