‘Bila demildest ‘mafê hêviyê’ pêk bê’

  • 22:30 2 Cotmeh 2025
  • Rojane
RIHA - TJA’yê di roja duyemîn a meşê li Xelfetiyê atolye pêk anî û banga ‘divê demildest mafê hêviyê pêk bê’ kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin. Meş, di roja duyemîn de li Rihayê berdewam dike û li gundê Seldeq a Xeletiyê ya Rihayê atolye pêk anî. Gelek jin tevli atolyeyê bûn.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt  Ayan her kes vexwendiyê têkoşînê kir û balkişand ser mafê hêviyê. Dîlan Kunt Ayan li ser azadiya Abdullah Ocalan sekinî û da zanîn ku divê demildest mafê hêviyê pêk bê û ji bo vê gav bên avêtin.
 
Çîmen Fîdan a TJA’yî jî diyar kir ku armanca meşa wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û ot wê jin bibin pêşengê vê pêvajoyê.
 
Atolye bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ bidawî bû.