
Israîlê li Xezayê 65 hezar kes qetil kir
- 18:55 17 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşên Israîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha yên li hember Xezayê de 65 hezar û 62 kes hatin qetilkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daye de, agahiyên dawî yên kesên di êrîşan de hatine qetilkirin û birîndar bûne parve kir. Li gorî daxuyaniyê di 24 saetan de li Xezayê 98 cenaze û 385 birîndar rakirine nexweşxaneyên Xezayê.
Di êrîşan de ji 7’ê cotmeha 2023’an het aniha 65 hezar û 62 kes hatin qetilkirin.