Ji bo Kurdî kampanyaya îmzeyan: Divê guherîna destûra bingehîn bê kirin

  • 09:02 10 Îlon 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama Komîsyon a Zimana Şaxa OHD’a Stenbolê Asli Gulseren der barê kampanyaya ku ji bo Kurdî statuya fermî bê nasîn hat destkirin axivî û da zanîn ku divê guherîna destûra bingehîn bê kirin û got: “Dema mirov nikaribin bi zimanê xwe biaxivin nikare behsa aştiyê jî bê kirin. Heta ev zemîn neyê avakirin di riya çareseriya pirgirêka Kurd jî pêşketine ne pêkan e.”
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ji bo Kurdî statuya fermî bê nasîn kampanyaya îmzeya da destpêkirin. OHD’ê 15’ê tebaxê de kampanya ku hiqûqnas dihewand da destpêkirin û wê heta 1’ê cotmehê bidome. Îmzeyên bên komkirin wê bişînin meclîsê. Endama Komîsyona Ziman a OHD’a Stenbolê Asli Gulseren der barê kampanyayê de axivî.
 
Seranserê dîrokê polîtîkaya asîmîlasyonê
 
Asli Gulseren da zanîn ku seranserê dîrokê hewl hatiye dayîn ku Kurdî bê tunekirin û wiha got: “Ji avabûna komarê heta niha Kurdî di hedefê de ye û zextên liser Kurdan didome. Ev tenê li Tirkiyeyê nehat kirin. Bi taybet piştî yekemîn şerê cîhanê şûnde bi avabûna netew dewletan, di bin navê sîwaneya yek netew de hewl hat dayîn, nasname, bawerî, çand û olên din bên tunekirin. Ji ber ya ku gelekî heyî dike ziman e. Dema ziman tune bibe nasname jî tune dibe. Yek ji van welatan jî Tirkiye bû. Piştî yekemîn şerê cîhanê berê xwe dan Kurdan. Lê tevî hemû polîtîkayan Kurdan dest ji zimanê xwe bernedan.”
 
‘Ji bo statuya ji bo Kurdî kampanya’
 
Asli Gulseren destnîşan kir ku bi armanca statuya ji bo Kurdî bê nasîn û bi zimanê dayikê perwerde bê dayînê ev kampanya dane destpêkirin û wiha vegot: “Me bi vê rojevê xwest li meclîsê komîsyonek bê avakirin. Me xwest ev komîsyon li modela perwerdehiya zimanê bi dayikê xebatan bimeşîne. Me li ser vê kampanyayek da destpêkirin. Astengiyên hiqûqî di xala 42’emîn a destûra bingehîn de hene. Hinek akademîsyen dibêjin xala 42’emîn dibêjin astengî tune ne. Lê Ji 1923’yan heta niha xala 42’yan li pêş zimanê dayikê ku bibin zimanê perwerdehiyê dibe asteng. Divê ev xal bê guhertin. Piştî astengiyên qanûnî rabin divê modela perwerdehiya zimanê bi dayikê re bê nîqaşkirin. Welatên mînak ku pergala perwerdehiya pirziman dimeşînin hene. Tirkiyeyê di mijara perwerdehiya zimanê dayikê de her tim avabûna xwe ya unîter sedem nîşan da. Lê ev ne asteng e.”
 
Girîngiya zimanê dayikê
 
Asli Gulseren di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo netewek hebûna xwe bidomîne divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û wiha bi lêv kir: “Ziman alavek e û dema ev alav qels bê hiştin, hebûna mirov jî qesl dibe û çand, huner qesl dibe. Ji ber vê jî ber bi tunebûnê ve diçe.”
 
Wê îmzeyan bidin meclîsê
 
Asli Gulseren wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Bi pêvajoya aştiyê re ya ku tê armanckirin avakirina civaka demokratîk e. Aştî û civaka demokratîk tê wateya ku her welatî bi awayekî azad xwe îfade bike. Ger mirov nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, aştî û civaka demokratîk jî ne pêkan e. Divê ewil ev hawir bê afirandin. Divê civak vê kampanyayê bibe raya giştî û di rojevê de bihêle. Dikarin piştgiriyê bidin. Me hiqûqnasan ev kampanya da destpêkirin. Em ê bi îmzeyên xwe re serî li meclîsê bidin.”