Têkoşîna jiyanê ya Nûran Başaran

  • 09:05 2 Tebax 2025
  • Jiyan
Neslihan Kardaş
 
WAN - Nûran Başaran di 13 salî de bi kesekî ku 13 salan jê mezintir re bi zorê hat zewicandin. Nûran Başara ku tu carê dest ji têkoşîna xwe berneda, 14 sal şûnde dest ji mêrê pê re zewicandî berda û jiyanek nû ava kir. Nûran Başaran wiha vegot: “Ez pirsgirêkên mezin jiyam. Lê min tu car serî netewand.”
 
Jin li dijî krîza aborî, tundî, zext û newekheviyê berxwe didin û hildiberînin. Ji malê heta kolanê ji ser erdan heta atolyeyan jin bi keda xwe ya ku nayê dîtin civakê li ser piyan dihêle. Yek ji van jinan Nuran Başara ne. Nûran Başaran tevî ku di temenê biçûk de tê zewicandin têkoşînek mînak dide.
 
13 salî tê zewicandin
 
Nûran Başaran li Wanê tê dinê. 7 xwişk û bira ne û ya herî biçûk ew e. 13 salî bi kesekî ku 13 sal jê mezintire tê zewicandin. Li Şirnexê bicih dibe. 15 salî de du zarokên wê hebûn. Di 2015-2016’an de ji ber pevçûnan zarokan digire tê Wanê. Vê pêvajoyê de dest ji hevjînê xwe berdide û li Wanê li Kolana Çandê kafeyê vedike û 7 sal in kafeya xwe dide xebitandin.
 
Nûran Başaran der barê jiyana xwe de axivî û got: “Em li taxa Selîmbey a Wanê dijiyan. Ez 13 salî bûm. Ji Şirnexê mêvanên me hatibûn. Ez piştre hîn bûm ku mîvan ji bo min hatine. Malbata min erênî mêze dikir. Bû êvar ez çûm min ji kaniyê av dianî. Dema vegerê de min dît ku mêvan ji mala me derdikevin. Ez ditirsiyam. Min digot belkî wê min jî bibin. Ji ber malbata min ez ê bida zewicandin.”
 
‘Ez biçûk bûm, dengê min dernediket’
 
Nûran Başaran ev tişt anî ziman: “Ez biçûk bûm, dengê min dernediket. Lê kesî ez nedibihîstim. Ji bo nexweşxaneyê hatim. Cilên li min kirin ji min re nedibûn. 18’ê Cotmeha 1995’an de dawet çêbû. Zewicîm çûm Şirnexê. 14 salî zaroka min a ewil çêbû. 15 salî de zaroka min a duyemîn çêbû. Her tim zexta psîkolojîk li ser min hebû. 14 salan zewicandî mam.”
 
Bi 3 zarokan re koçî Wanê kir
 
Nûran Başaran daxuyakirin ku di 2016’an de bi pêvajoya rêveberiya xweser re koçî Wanê kirine û wiha vegot: “Min sê zarokên xwe girt û hatim. Min xaniyekî biçûk kirê kir. Tu tiştekî me tunebû. 6 mehan ez bi zarokan re li wir mam. Zarokên min diçûn dibistanê. Min got ez bixebitim bavê zarokên min destûr neda. Min dest bi xebatê kir. Min kêmasiyên malê û zarokên xwe temam kirin. Min got ez naxwazim vegerim Şinexê. Lê ew li dijî vê derketin. Tevî hemû zextên civakê min têkoşîna mezin da. Min dest ji hevjînê xwe, berda. Min kafeyek biçûk vekir. Min kafe di 2018’an de vekir. Bêguman zor û zehmetiyên mezin hebûn. Lê min serî netewand. Sê zarokên min hebûn. Ez dayik bûm. Divê min ev bikira. Lê ez bi ser ketim. Keça min ewil li dijî destberdana me bû. Piştre got te zêde jî li berxwe daye û piştgirî da min. Ji bo bêm van rojan min gelek têkoşîn da. Ez bi ser ketim. Min bi keda xwe vir vekir. Min dîwar bi destê xwe boyax kirin.”
 
‘Krîz bandorek neyînî dike’
 
Nûran Başaran bal kişand ser krîza aborî jî û wiha bi lêv kir: “Ji ber krîza aborî em gelek bi bandor bûn. Heman esnaf heman rewşê de ne. Niha rewşa me nebaş e. Her diçe xera dibe.  Divê jin her tim xurt bin. Bila ji tiştekî netirsin. Çi bixwazin dikarin bikin. Jin bixwazin dikarin biser kevin. Em xurt in û dikarin her tiştî bikin.”