Civîna heyeta Rojava û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dest pê kir

  • 13:06 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Civîna di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz dest pê kir, nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre beşdarî civînê bûn.
 
Li gorî nûçeya ANHAyê; civîna fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re li Şamê des pê kir. Nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.
 
Îro di çarçoveya berdewamiya civîn û diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, heyeteke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştibû Şamê.
 
Di 10'ê Adara îsal de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek fermî pêk hat.